01:18 23 Adar 2017
Zindî
    Derbiderên li ser sînorê Tirkyê

    Girê Spî: Di 24 saetan de 2 hezar penaber

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 710

    Hikûmeta Tirkiyeyê ragihand ku, di nava 24 saetên borî de 2 hezar welatiyên Sûriyê ji devera Girê Spî penaberî Bakurê Kurdistanê bûne.

    Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê yê Hikûmeta Tirkiyeyê, Nuredîn Canîklî ragihand ku nêzîkî 3 hezar kes ji xelkê gundên derdora Girê Spî koçber bûne û tenê di nava 24 saetên borî de 2 hezar ji ber şer û pepçûnan reviya ne.

    Ew koçber berê xwe didin Tirkiyeyê, li wir pişkinînên nasnameyan ji wan re tên kirin, ji ber ku li navçeya wan dewlet nemaye û dibe ku nasnameyên sexte bi wan re bin.

    Girê Spî dikeve navbera Herêma Cizîrê û ya Kobanê de û ev çend roj in hêzên Volkana Feratê, ku şervanên YPGê jî di nav wan de ne, li herêma Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê li dijî çekdarên DAIŞê di şerekî giran de ne. Di wî şerî de balafirên şer ên hêzên hevpeyman jî pişta hêzên Volkana Feratê digirin.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, derdora 5 hezar sivîlên wê deverê, ku piranî kurd in, ji ber şer reviyabûn ser sînorê Tirkiyeyê û li bende bûn ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.

    Ev 4 sal e ku şerê li Sûriyê berdewam dike û ew hikûmeta ku ji 15ê Adara 2011 ligel yekem serhildan hewla rûxandina wê hat dan, hêj berdewam dike.

    Neteweyên Yekbûyî ragihand ku, di nava 4 salên borî de 220 hezar sivîl li Sûriyê hatine kuştin, ku 7-6 milyon kes jî ji malên xwe derketine, herwiha 4 milyon sûrî jî penaberî derveyî wî welatî bûne.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ bi zorê kurdan ji Girê Spî der dixe
    Barzan Îso: `DAIŞ li Girê Spî gel dike mertalê zindî`
    Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
    Girê Spî- DAIŞ xwe ji revê re amade dike
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de