03:58 28 Gulan 2018
Çekdarên DAÎŞ

15 berpirsên DAIŞê hatin kuştin

© AP Photo / The website of Islamic State militants
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Balafirên şer ên artêşa Iraqê li bajarê Hît ê parêzgeha Enbarê 15 berpirsên rêxistina DAIŞê kuştin.

Berdevkê wezareta navxwe ya hikûmeta Iraqê, Sead Mean di daxuyaniyekê de ragihand ku `hêzên asmanî yên Iraqê û bi alîkariya agahiyên wezaretê yên bi navê Baz karîbûn 15 serkirdeyên mezin ên DAIŞê bikujin.`

Her wiha, Sead Mean got ku `armanca yekê ya balafiran kargehek bû ku otomobîlên bombekirî û bombeyên vedanê tê de dihatin amadekirin. Lê  armanca duyem ya  balafiran- navenda xwekujên DAIŞê bû`.

Mean wiha domand: ` berpirsekî pilebilind bi navê Erîf Etiye Ebû Meryem, ku berpirsê otomobîlên bombekirî û bombeyên vedyî bû, Ebû Muntesir Elensarî, berpirsê amadekirina otomobîlên bombekirî yên ku bo Bexdayê tên şandin, herwiha Mihemed Wehîbî Ebû Huzeyfa yê siûdî, ku berpirsê amadekirina otomobîlên bombekirî li Enbarê bû û serkirdeyekî din jî bi navê Fîras Setam Mihlawî di nav kuştiyên van êrîşan de bûn..`

Ji bilî wê, Berdevkê Wezareta Navxwe ragihand ku ` berpirsekî din yê otomobîl bombe dikirin û dişand bajarê Bexdayê û ji netewa  çîçanî ye û ji Sûriyê hatibû û pisporên bombekirinê jî Ebû Hefse Tunisî û Ebû Ayşa Siûdî û Ebû Haşim Sûrî, hatin kuştin.`

Bi heman mijarî:

Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
Etîketan:
Îraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de