13:08 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Penaber

    Ji tevaya cîhanê parî parî alîkarî ji bo Îraqê

    © REUTERS/ Ognen Teofilovski
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    UNISEF bang li tevaya cîhanê kir, ku ji bo alîkariya welatiyên Îraqê pêwîst e nîv mîlyar dolar bê komkirin. Li gorî hesabên vê saziyê, 8 mîlyon welatiyên Îraqê, an ku nêzî yek ji sisiyan, hewcedarî alîkariya mirovî ne.

    Ev êdî bêhtirî ji 10 sal e ku agahiyên li ser pêwîstiya piştgirîdana bi welatiyên Îraqê bi berdewamî, hema bêje her  şeş mehan carekî tê belavkirin. UNISEF`ê  hêj di sala 2003-ê de, dema ku şerê `ji bo demokrasiyê` hêj nû destpê bûbû, ragihand, ku karesata mirovî ya li Îraqê wê bi be metirsî `ji bo tevaya cîhanê`.  Lê belê hingê kes guhê xwe ne da wê daxuyaniyê.  Şer berdewam bû, hîn zêdetir kûrtir bû û bû sedema wêrankariyeke yekcar. Amerîkayê, ku bi xwe li pişt vê şerê disekiniya, niha li her derê dike qirînî, ku divê ji şêniyên Îraqê re  alîkarî bê kirin, pere bê komkirin. 

    Di vir de pirswekî derdikeve pêş. Gelo, kî bû sedem ku Îraq bikeve vî halî?  Di vê barê de Amerîka xwe ker dike.Gelo kî DAÎŞ damezirand û piştgirî da wê?  Derheqa vê pirsê de jî xwe ker dike.  Niha jî, Amerîka bi îsrar ji `zarokê` xwe îmtîna dike û her car têkçûna stratejiya xwe    îsbat dike. Ji xwe dagirbûna Ramadî û Tedmûrê bi awayekî aşkere vê yekê dûpat kir. 

    Xuyaye  şêwaza bikaranîna hêzê êdî bi kêr nayê.  Divê riyeke din bê peydakirin.  Bo nimûne, serokê CIA John Brennan pêşniyarek kir. Wî da zanîn, ku divê hêzên siyasî yên Îraq û Sûriyeyê bêne yekgirin.   Lê belê bi saya Waşîngtonê, ku li wan welatan `pergala` xwe yên  demokratîk daye sepandin,  rêkxistina tu eniyeke yekgirtî êdî ne mumkun e.  Lewma jî hêviya Îraqiyan ji bo rojên aştî û aramiyê dîsa  tê bi paşxistin.

    Bi heman mijarî:

    Heta niha nêzî 1700 kurdên êzdî ji dest DAIŞê rizgar bûne
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    Rumadî - Çekdarên DAIŞê hatine dorpêçkirin
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de