19:14 19 Hezîran 2018
DAÎŞ

Jenosîda xiristiyanan li Rojhlata Navîn

© AP Photo /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Civaka Rûsyayê ji ber rewşa Sûrîye û Îraqê pir bi endîşe ye, ku DAÎŞ lê, li ser wêrankariya dîrokê û li ser xwîna şêniyên wê herêmê `dewleta îslamî` ava dike.

DAÎŞ, ku xwe îro wekî `dewleta îslamî` binav dike, di pratîkê de sîyaseta jenosîda xiristiyanan dimeşîne, ku bi hezaran sal e li wê herêmê dijîn. 

Cîgirê serokê Civata Felestîniyên Ortotoksî yên Împaratorî,   berpirsê Navenda Parastina Xiristiyanên Rojhilata Navîn Elena Agapova di vê mijaê de van şîroveyan dike:

"Îro li hember şaristaniya xiristiyanî êrîşeke hedefmend tê meşandin.  Întornasyonalîzma terorîstên navneteweyî ji xwe re kriye hedef, ku xiristiyanî ji binî ve, bi dîroka wê ya mezin û bi mîrata wî ya dewlemand ve tune bike. Xiristiyanên Rojhilata Navîn îro tûşî jenosîdeke rastîn tên.  Serjêkirina girseyî, ku kujerên DAÎŞ`ê li meydanan pêk tînin, êdî bûye sîstematîk û armanca wê jî tirsandina xiristiyanên tevaya cîhanê ye".

Serokê beşa peywendiyên kinîse û civakê ya Patrîkxaneya Moskowê Vsevold Çaplîn jî di heman nêrînê de ye. Çaplîn tekez dike ku îro li hember xirîstiyanan sîyaseta `apharteid`ê tê sepandin. 

Gelo fenomena DAÎŞ`ê çi ye?  Bi giştî, artêşa DAÎŞ`ê ne artîşeke nîzamî ye, û koma çeteyan pêk hatiye, lê belê bi asanî dikare yekîneyên artêşên nîzamî têk bibe.  Gelo sedem çi ye?

Li gorî nêrîna Huseyîn Emîr Abdullahîyan, cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê, DAÎŞ ne koma çeteyan e û taktîkên ku ew pêk tîne, ne amatorî ne:

Analîzeke geşbîn e, herçend `lê`yekî  heye…

Li gorî nêrîna eksperan, li Îranê û li dewletên wê yên cîran gelek sunniyên radîkal hene, ku di rewşekî guncan de dikarin tevli refên DAÎŞ`ê bibin. Eger wisa berdewam be, wê hingê jenosîda xirîstiyanan li Rojhilata Navîn hê jî berdewma be.  Û pey wan re jî dor bê Îranê. 

Bi heman mijarî:

DAÎŞ demeke dirêj wê li Rojhilata Navîn bimîne
DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, lê DAÎŞ bi hêztir dibe
Şirovekar: `DAÎŞ` ne ji ber xwe ve çêbûye
Artêşa Îranê amade ye li dijî DAÎŞ`ê şer bike
Serokê Pentagonê têkçûna artêşa Îraqê di tekoşîna bi DAÎŞ re şirovekir
DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
Etîketan:
Rojhilata Navîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de