03:59 28 Gulan 2018
Çekdarên DAÎŞ

Amerîka: 10 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin

© AP Photo / albaraka_news, File
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Li gor daxuyaniya hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), di encamê êrişên esmanî yên firokeyên şer yên hevpeymaniya navnetewî li dijî çekdar û navendên DAIŞê de, heta niha 10 hezar çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Alîkarê Wezîrê Derve yê DYAyê Antony Blinken li Parîsê duh, roja çarşemê  ji radyoyê frensî France Inter re ragihand û diyar kir ku bandora vê yekê wê hebe.

Antony Blinkenê ku ji bo civîna welatên hevpeymanên li dijî DAIŞê çûbû Parîsê, diyar kir ku tevî pêşketin di şerê li dijî DAIŞê de heye jî, lê DAIŞê kariye xwe li ber wan êrişan bigire û dîsa êriş bike.

Blinken diyar kir ku wan sê sal ji bo şerê li dijî DAIŞê dane ber çavên xwe û heta niha tenê 9 meh jê derbas bûne.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî tevlî civîna li Parîsê bibû û dewletên hevpeyman bi xemsariya di şerê li dijî DAIŞê de tewanbar kiribû.

Derdorê 20 wezîrên ji welatên cuda û nûnerên çendîn rêxistinên navnetewî jî tevlî civîna roja sêşemê li Parîsê bibûn.

Bi heman mijarî:

Li Şengalê 5 çeteyên DAÎş hatin tunekirin
DAÎŞ demeke dirêj wê li Rojhilata Navîn bimîne
DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, lê DAÎŞ bi hêztir dibe
Şirovekar: `DAÎŞ` ne ji ber xwe ve çêbûye
Artêşa Îranê amade ye li dijî DAÎŞ`ê şer bike
Serokê Pentagonê têkçûna artêşa Îraqê di tekoşîna bi DAÎŞ re şirovekir
DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
Etîketan:
Rojhilata Navîn, Cîhan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de