16:15 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Bajarê dêrîn Tedmûr(Palmîra), Sûriye

    Wêrankarî jî mîna kuştin e

    © AFP 2017/ JOSEPH EID
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Ji destpêka sala 2015-an çeteyên koma terorîstî DAÎŞ`ê bi awayekî hovane gelek abîdeyên dîrokî yên bi giringiya cîhanî, yên mîna xirbeyên bajarên dêrîn ên Nemrd û Hatra, berhemên mûzeyên bajarê Mûsilê tune kirin.

    Di maweya çar salên şerê Sûrî de nêzîkî 300 mîratên UNESKO hatine tunekirin. Doçentê Zankoya Sankt Peterbûrgê Sergey Grîgoryev amaje dike ku mixabin, agahiyên li ser trajediyên wisa her ku diçe zêdetir tên ragihandin:

    "Abîdeyên qonxa beriya îslamê, abîdeyên dewleta Assûrî ya li bakûrê Îraqê, abîdeyên şaristaniya Mezopotamyayê  têne tunekirin.  Mezopotamyayê, ku landika şaristaniyê ye. Niha agahî tên ku çeteyên DAÎŞ`ê  ketine bajarê Tedmûrê (Palmîra). Tedmûr ji serdema Helenîstîk maye, an ku ji serdema piştî îstîlaya Îskenderê Makedonî. Metirsî heye ku ew abîdeya bêhempa jî bê xerakirin.  Ji bilî wê,  talankariya han rê li ber vebûna bazara reş a entiqeyan jî vekiriye.  Çeteyên DAÎŞ`ê berhemên hunerî talan dikin û paşê wan difroşin. Agahiyên misoger hene ku gelek berhemên entîqe êdî li bazarên derveyî Rojhilata Navîn têne dîtin".

    Cîgirê serokê beşa Peterbûrgê ya Rêxistina Parastina Abîdeyên Dîrokî yên Rûsyayê  Aleksandr Kononov dibêje, li hin herêman, bo nimûne, li Kosovo, abîdeyên sirbî bi zanebûn dihatin tunekirin: "Sûcên li ku hemebr çandê tên kirin, divê di maweya tu şer û guhertinên sîyasî de pêk neyê. Di her rewşê de divê mîratên çandî ji aliyên şer bêne parastin".

    Nûnera  hertimî ya Rûsyayê li gel UNESKO`yê  Eleonora Mîtrofanova dibêje, ta niha tu mekanîzmek tune ku pêşiya berberiyên weha yên li herêmên şer bêne girtin:

    "Ev trajediyeke herî mezin e ku li ber çavên me diqewime. Gelek abîde hatine tunekirin. Bo nimûne, bajarê kevnar Heleb wêran bûye, Şam gelek zirar lê ketiye. Metirsiyeke mezin li ser bajarê Yemenê Sanayê heye. Ya herî erjeng jî ew e, ku abîdeyên han ne ku tenê tên xerakirin, lê hewil tê dayîn ku ji rûyê redê bên rakirin.  Di destê civata navneteweyî de amrazên hiqûqî hene, lê dema şer diçe, pêkanîna wan qanûnan ne mumkun e". 

    Lê belê gelek caran abîdeyên çanda cîhanê ne ji aliya terorîstan, lê ji aliya nûnerên çanda rojavayî bi xwe ve têne tunekirin.  Bo nimûne, sala 2003-ê  di encamê de ku her serbazê Amerîkî û Polonî dixwestin kevirek ji xirbeyên Babîlê hilgirin, an jî serbazan bi tankê ve bi ser preya 2500 salî re derbaz dibûn, zirarekî pir mezin lê hat xistin. Heta di nava xirbeyên Babîlê de pîsteke  helîkopteran hat çêkirin. Eleonora Mîtrofanova dibêje, ew hemû, şîrîkên sûcên leşkerî ne:

    "Xerakirina mîratên cîhanî û mîratên dîrokî, sûceke leşkerî ye.  Ew kesên ku wan wêrankariyên dikin, diviyabû di dadgeha navneteweyî de bêne darizandin.  Lê ev yek nayê kirin. Niha jî pêşniyar tê kiruin ki ji bo parastionna wan abîdeyan aştîparêzên NY bêne bikaranîn.  Lê ev jî pirseke dijwar e". 

    Etîketan:
    Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de