21:22 23 Adar 2017
Zindî
    `Artêşa Sûriyê a Azad`

    Sûriyê- Hejmara kuştiyên meha Gulanê

    © REUTERS/ Mohamad Bayoush
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Rêxistinên mafên mirovan li Sûriyê ragihandin ku di meha Gulanê de 6 hezar û 657 kes li Sûriyê hatine kuştin. Herwiha şer û pevçûnên giran li bajarê Helebê hêj berdewam dikin.

    Li gor rapora rêxistinên mafên mirovan, di nava kuştiyên meha borî de li Sûriyê, hezar û 285 sivîl hene ku ji wan 272 zarokên di bin 18 salan re û 212 jin jî hene.

    Di raportê de hatiye diyarkirin ku di Gulanê de 788 çekdarên ji grûpên îslamî, grûpên dijbereyê û şervanên kurd jî jiyana xwe ji dest dane.

    Rêxistinan eşkere kirin ku ji hêzên artêşa Sûriyê û çekdarên alîgirên wan yên Sûrî jî, 2 hezar û 242 kes hatine kuştin.

    Li gor raporta heman rêxistinan, di meha borî de 51 çekdarên Hizbulaha Libnanê û 157 çekdarên şîe yên ku ne xelkê Sûriyê ne û li kêleka hêzên atêşa Sûriyê şer dikin, hatine kuştin.

    Heman çavkaniyan herwiha ragihandin ku 2 hezar û 109 çekdarên rêxistinên wek DAIŞ û Cebhet Elnusra yên ne xelkê Sûriyê, di heman mehê de hatine kuştin.

    Ji aliyekî din ve, li parêzgeha Helebê, şer di navbera hêzên ser bi dijbereya Sûriyê ve, artêşa Sûriyê û çekdarên DAIŞê de derket.

    Li gor çalakvanên Sûriyê, tankên grûpa Cebheya Îslamî ya ser bi dijbereya Sûriyê ve navendên DAIŞê li derdora bajarokê Soran li bakurê Helebê topbaran kirin. Grûpa Ceyiş Elîsalm jî çekdarên xwe li wê navçeyê bi cî kirin.

    Berdevkê Ceyiş Elîslam, Îsalm Elûş di daxuyaniyekê de got ku grûpa wan biryar daye hemû navçeyên parêzgeha Helebê yên ku di destê DAIŞê de ne, ji destê wê derxîne.

    Rêxistineke mafê mirovan li Sûriyê jî ragihand ku li navçeya Kefre û gundê Wehşiye li bakurê Helebê, şer di navbera grûpên Ceyiş Elîslam ku Cebhet Elnusra jî di nava de ye û DAIŞê de derket.

    Çalakvanên Sûriyê herwiha gotin ku li navçeya Birêc û taxa Raşîdîn yên Helebê şer di navbera hêzên dijbereyê û artêşa Sûriyê de derket.

    Bi heman mijarî:

    Opozisyonerê Sûriyê: civîna Astanê ji hevdîtinên din re ne alternative e
    Nebi: Opozisyona Sûriyê li Astanê derbarê çend prensîpan lihevkirin
    Rûsya amadeye sêyemîn civîna aliyên Sûriyê lidarxe
    NY: Gelê Sûriyê bê hêvî bûye
    Fransa hişyariyê ji parçebûna Sûriyê û Iraqê dide
    `Nîvê axa Sûriyê di dest DAIŞê de ye`
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Amerîka û Rûsya ji bo krîza Sûriyê dicivin
    Obama: Emê sînorekî ji kilora Sûriyê re deynin
    35 çekdarên Hizbulla li Sûriyê hatin kuştin
    Şerekî giran li Qelemona Sûriyê berdewam dike
    Rûsya û Amerîka derbarê Sûriyê karekî dikin
    Îtilafa Sûriyê beşdarî civîna Cenêv3 nabe
    Perwerdekirina dijbereya Sûriyê dest pê kir
    `60 hezar çekdarên Îranî li Sûriyê ne`
    Nûnerên 40 komên Sûriyê beşdarî Cenêv-3 dibin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin
    Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de