23:12 18 Tebax 2017
Zindî
    Îraq-DAÎŞ

    15 pasdarên îranî ji aliyê DAIŞê ve hatin kuştin

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Hat ragihandin ku duh di êrişa DAIŞê ya ser bajarokê Sersarê yê Iraqê de 15 pasdarên Îranê jî hatine kuştin. Balyozê Îranê li Iraqê Hesen Danayîfer ev nûçe derew derxist.

    Duh çekdarên DAIŞê bi sê otomobîlên bombekirî êrişî navendeke hêzên polîs li devera Sersarê ya parêzgeha Enbarê ya Iraqê kirin. Di wê êrişê de bi dehan polîs û hêzên iraqî hatin kuştin û gellek polîs jî birîndar bûn.

    Lê li gorî agahiyan, di nav wê navendê de pasdarên Îranê jî hebûne ji ber wê jî herî kêm 15 kes ji wan hatine kuştin.

    Balyozê Îranê li Iraqê Hesen Danayîfer jî ragihand, nûçeya kuştina 15 pasdarên îranê li Enbarê derew e û got ku yên nûçeyên wisa belav dikin dixwazin bûyerên Iraqê ji rê derxînin.

    Operasyona stendina bajarê Rumadî û parêzgeha Enbarê ya Iraqê hefteya borî ji aliyê hêzên artêşa Iraqê, milîsên şîe û hêzên îranî ve dest pê kir û heta niha jî didome.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Em DAIŞê ji xwe re tehdîd nabînin
    Îran Kêleşînê topbaran dike
    Îran banga parastina şûnwarên Palmîrayê dike
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev
    Îran yekemîn car piştî sizan, bêhtirîn petrol hilbirandiye
    Îran: Em hewlên dabeşkirina Iraqê şermezar dikin
    Îran dîsa di navenda baldariya şerê Yemenê de ye
    Recewî: Îran li pişt DAIŞ e
    Îran Qendîlê topbaran dike
    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Gerek din a dansûstandinên Îran û welatên rojava destpê dike
    Îran Amerîka bi piştgirtiya çekdarên DAÎŞê tewanbar kir
    Australiya û Îran wê zanyariyên derbarê têrorîzmê bihevbiguherin
    Îran piştî S-300`an dikare S-400 û `Antey-2500`an jî bikire
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Îran amadekarîyên rabûna ambargoyan dike
    Etîketan:
    Îraq, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de