19:12 19 Hezîran 2018
Kadrî Yildirim

Pisporê zimanê kurdî: Qurana kurdî tijî xeletî û kêmasî ye

© Sputnik / Cesîm Ilhan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Namzedê HDPê yê bajarê Sêrtê û pisporê zimanê kurdî Prof. Dr. Qedrî Yildirim ragihand ku kurdiya Quranê ya ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye çapkirin, tijî xeletî û kêmasiyên rêzimanî û wateyî ye.

Prof. Dr. Qedrî Yildirim ji rojnameya Radîkalê re diyar kir ku Serokê Karûbarên Olî yên Tirkiyê Mehmet Gormez jê xwestibû ku beriya çapkirinê, Qurana ku bi kurdî hatiye wergerandin, bixwîne û derbarê wê de raporekî amade bike û got, lê ew bêyî ku li hêviya rapora min bimînin, pirtûk çap û belav kirin jiber wê jî ew xeletiyên ku min tê de dîtibûn nehatine sererastkirin.

Prof. Dr. Yildirim rexne li Serokatia Karûbarên Olî jî kir û got ku ew teslîmî desthilata siyasî bûne ji ber wê bêyî ku raporê bibînin, Qurana kurdî çap kirin.

Namzedê HDPê bêyî ku navê Erdogan bîne ziman, got ku divê rêveberiya karûbarên olî rê nede ti kesî ku Qurana Pîroz di hilbijartinan de bikar bîne.

Wek tê zanîn, Erdogan li bajarên Sêrt, Êlih û Amedê û navçeya Gevera Colemêrgê, Qurana kurdî di mîtîngan de dabû destê xwe û nîşanî alîgirên xwe dida.

Bi heman mijarî:

CIAyê zimanê kurdî li malpera xwe zêde kir
Îro 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye
Spûtnîkê malpera bi zimanê kurdî vekir
Etîketan:
TIrkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de