19:35 20 Îlon 2017
Zindî
    akdogan

    Akdogan: Dixwazin Demîrtaş bidin pêş, Ocalan bidin paş

    © Foto: Facabook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê Yalçin Akdogan îdia kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), êrişî `mîmarê pêvajoya çareseriyê` dike û dixwaze Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî bê bandor bike.

    Alîkarê serokezîr Yalçin Akdogan ji televîzyona Haberturkê re rojeva Tirkiyê nirxand.

    Yalçin Akdogan di bersiva li ser pirsa  gelo heger HDP nikaribe bendê hilbijartinan derbas bike wê tevlî `pêvajoya çareseriyê` bibe yan na, wiha got:`Tenê AKP dikare pêvajoyê bide meşandin. Di nav yên ku diçin Îmraliyê de kesên ne parlamenter jî hene. Dema ev pêvajo hat destpêkirin HDPê bend derbas nekiribû û derbasî parlamentoyê jî nebibû. Heger lazim bibe HDP wê rola xwe bilîze. Lê niha ketine rêyek wisa ku qet xêra pêvajoyê tê de tine.`

    Akdogan anî ziman ku HDP êrişî `sermîmarê pêvajoyê Tayyip Erdogan` dike û dixwaze wî ji holê rake, ji bo vê yekê jî xwe kiriye darê destê hinekan.

    Li gorî alîkarê serokwezîrê Tirkiyê, yên ku Selahedîn Demîrtaş gij dikin hesabê wê yekê dikin ku çawa Îmraliyê bê bandor bikin.

    Yalçin Akdogan diyar kir ku di hilbijartinên 7ê Hezîranê de AKP wê dîsa bi tena serê xwe hikûmetê ava bike.

    Bi heman mijarî:

    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    TIrkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de