19:11 19 Hezîran 2018
DAÎŞ

500 zarokên iraqî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin

© REUTERS / Thaier Al-Sudani
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku 500 zarokên iraqî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin û di kampên leşkerî de fêrî şer tên kirin.

Endamê encumena parêzgeha Enbarê Ferhan Mihemed ragihand ku çekdarên DAIŞê piştî girtina her devereke Iraqê, zarokên wê deverê direvînin û bi xwe re dibin. Ferhan Mihemed da zanîn ku heta niha herî kêm 500 zarokên iraqî ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin û got ku DAIŞ wan zarokan fêrî şer dike û li Iraqê û Sûriyê dide şerkirin.

Rêveberê polîsê Diyale Qasim Seîdî jî ragihand ku piştî bajarê Rumadî ji aliyê DAIŞê ve hat girtin 100 zarokên wî bajarî ji aliyê çekdarên wê rêxistinê ve hatin revandin. Seîdî jî diyar kir ku ew zarokên ku temenê wan di bin 16 salan re ye, niha ji aliyê DAIŞê ve tên perwerdekirin.

Bi heman mijarî:

Li Şengalê 5 çeteyên DAÎş hatin tunekirin
DAÎŞ demeke dirêj wê li Rojhilata Navîn bimîne
DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, lê DAÎŞ bi hêztir dibe
Şirovekar: `DAÎŞ` ne ji ber xwe ve çêbûye
Artêşa Îranê amade ye li dijî DAÎŞ`ê şer bike
Serokê Pentagonê têkçûna artêşa Îraqê di tekoşîna bi DAÎŞ re şirovekir
DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
Termên 27 çekdarên DAÎŞ li gundê derdora Tel-tamirê hatin dîtin
Etîketan:
Îraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de