05:03 28 Hezîran 2017
Zindî
    DAÎŞ, Îraq

    Iraq- Çekdarên DAIŞê 45 leşker kuştin

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Çekdarên rêxistina DAIŞê li parêzgeha Selahedînê êrişeke xwekujî li dijî hêzên Iraqê pêk anîn û di encamê de 78 leşker hatin kuştin û birîndarkirin.

    Çavkaniyeke ewlehiyê di Serkirdatiya Operasyona Samerayê de, ragihand ku `Îro xwekujekî li navçeya Sersar a rojavayê bajarê Samera bi otomobîleke leşkerî bombekirî êrişî embara çek û teqemeniyên hêzên ewlehiyê yên Iraqê kir û ew otomobîl li wir teqand.`

    Her wiha çavkaniyê got ku `di encama wê teqînê de, 45 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin û 33 jî birîndar bûn.`

    Çekdarên DAÎŞê otomobîlên bombekirî yên leşkerî ku ji artêşa Iraqê ketine destê wan de, bi hêzên Iraqê de diteqînin.

    Navçeya Sersar ji aliyê rojava ve, 20 km dûrî bajarê Samera yê parêzgeha Selahedîn e, ku dikeve bakurê Bexdayê û di bin destê hêzên ewlehiyê de ye.

    Bi heman mijarî:

    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de