01:17 23 Adar 2017
Zindî
    Îran û Amerîka

    Paul Bremer “3 pêngavan” bo şikandina DAIŞê aşkere dike

    © AFP 2017/ Carlos Barria
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Paul Bremer radighîne ku vekişandina hêzên amerîkî sedema krîza niha ya Iraqê ye, pirçekkirina kurdan jî bi pêngaveke ji bo serkeftinê diyar dike.

    Şandeyê amerîkî yê berê li Iraqê Paul Bremer di daxuyaniyekê de bo tora CNNê diyar dike ku, 3 pêngav hene pêwîste Amerîka wan pêk bîne, heta ku karibe li Iraqê serbikeve û wî weltî ji vê rewşa niha ya xirab derbas bike. Paul Bremer aşkere dike ku, yekem pêngav “berfirehkirina rûbera operasyonên ezmanî ye” ku niha rojanem nêzîk “14“ caran bi ezmanan de difrin û “praniya xwe bêyî armanckirina tu pêgehkeê vedigerin binkeyên xwe.” Pêngava duyem jî şandina hêzên bejayî ye daku zanyariyên hûr bide firokeyan. Sêyem pêngav jî ku Bremer bi şikandina DAIŞ li Iraqê diyar dike “destpkirina şandina çekan bo hozên sine û kurdan” e. Herwiha sedema geşbûna rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bo biryara Serokê Amerîka Barack Obama bi vekişandina hêzên amerîkî ji Iraqê di sala 2011an de, vedigerîne. Navborî dibêje jî ku, divê stratejiya Amerîka li dijî DAIŞê serbikeve û rêxistin bişike, eger na, dê nav û demgiya Amerîka li navçeyê têkeve metirsiyê.

    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de