07:46 28 Tîrmeh 2017
Zindî
    DAÎŞ

    DAÎŞ demeke dirêj wê li Rojhilata Navîn bimîne

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 93 0 0

    Gereke lîstikvanên herêmî û global di perspektîva demdirêj de hebûna wê fenomenê berbiçav bikin

    Piştî ketina Ramadîyê piranîya eksperan destnîşan dikin, ku DAÎŞ demeke dirêj wê li Rojhilata Navîn hebûna xwe berdewam bike û ji niha de bandoreke mezin rewşa li herêmê dike. Berê tenê wek rêxistineke terorîstî dihat nirxandin û dihate hesibandin ku di demeke kurt de dikare bête tunekirin. Lê, niha rewş hatîye guhertin. Rêvebirê berê yê CIA`yê Con Maklafîn faktorên ku hebûna DAÎŞ`ê demdirêjtir bikin, destnîşan kir. Şewirmrndê berê yê ewlekarîya neteweyî ya Îsraîlê Yakov Amîdror jî di hevpeyvîna bi Spûtnîkê re got ku DAÎŞ fenomeneke hevdem e û demeke dirêj wê hebûna xwe berdewam bike. Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk `Rûsya – Cîhana Îslamî` Şamîl Sûltanov jî li ser heman bawerîyê ye:

    “DAÎŞ`ê herêmên sunnî yên li Iraq û Sûrîyeyê bi dest xist. Ew herêm piştî hilweşîna împaratorîya osmanîyan ji bo sazkirina dewleta haşimî hatibû hilbijartin, lê Faysalê Yekemîn nikarî wê yekê pêk bîne. Cemal Nasir, Saddam Husên û Hafiz Esad jî hewl dan ku herêmên sunnî di bin konfedaralîzma baasî de bikin yek. Lê, wan jî nikarî wê armancê pêk bînin. Lê, niha em dibînin, ku hinek hêzên din wê armancê pêk tînin. Bi gotineke din, sazkirina dewleta sunnî ya li ser terîtoryûma Iraq û Sûrîyeyê êdî di pratîkê de tê meşandin”.

    Îro dora nîvîya Iraq û Sûrîyeyê di bin kontrola DAÎŞ`ê de ye û Bexda jî di bin metirsîyê de ye. DAÎŞ ji bo Ûrdinê jî tehdîdeke mezin e. Lê, ya herî giring ew e, ku li welatên musulman û yên ne musulman radîkalên sunnî derdikevin û piştgirîyê didine DAÎŞ`ê. Bi saya wê yekê DAÎŞ dikare di enîya bi hezaran kîlometreyan de şer bimeşîne. Piranîya eksperan destnîşan dikin, ku gereke ji kurd û milîsên şiî re zêdetir piştgirî bête dayîn. Lê, kurd û mîlîsên şiî tenê herêmên xwe diparêzin.

    Yek ji faktorên bi hêzbûna DAÎŞ`ê ve girêdayî rewşa nearam a li Iraqê ye. Iraq ber bi perçebûnê ve diçe û Heyder Ebadî jî nikare pêşî li wê yekê bigire. Serxwebûna Kurdistanê tenê bi konsensûsa navneteweyî ve girêdayî maye. Rêvebirîya Iraqê nikare herêmên sunnî yên hêj neketinî di bin kontrola DAÎŞ`ê de qane bikin.

    Tenê du dewlet dikarin DAÎŞ`ê têk bibin: Îran û Tirkîye. Lê, herdu jî naxwazin xwe têkil wê belayê bikin. Her weha welatên din ên herêmê jî têkilbûna Îran û Tirkîyeyê wek li dijî berjewendîyên xwe dinirxînin.
    Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk `Rûsya – Cîhana Îslamî` Şamîl Sûltanov mijarê wisa berdewam dike:

    “Di perspektîva demdirêj de, ango piştî 25-30-40 salên din DAÎŞ wê dewleteke serbixwe saz bike. Di perspektîva demkurt de, ango heta 5-7 salên din DAÎŞ dikare ji bo demekê hinek herêman ji dest berde. Lê, DAÎŞ wê wek sûbjeyeke dîka Rojhilata Navîn hebûna xwe berdewam bike. Eger pirseke wisa bête kirin, ku di wan salên dawîyê de DAÎŞ li herêmê bi bandor e, yan dewleta serbixwe Ûrdin, ku piştgirîyeke xurt ji Brîtanyayê distîne, bersîv elbet DAÎŞ e. Heman pirs ji bo Kuweyt, Yemen, Tûnis û gelek dewletên din ên herêmê jî dikare bête kirin. Hemû geşedanên dawîyê di berjewendîyên DAÎŞ`ê de ne”.

    Bêguman, niha cîhan rast bi fenomeneke nû hatîye, ku demeke dirêj wê bandorê li rewşa sîyasî-leşkerî ya li Rojhilata Navîn bike. Gereke lîstikvanên herêmî û global di perspektîva demdirêj de hebûna wê fenomenê berbiçav bikin.

    Bi heman mijarî:

    Şirovekar: `DAÎŞ` ne ji ber xwe ve çêbûye
    Serokê Pentagonê têkçûna artêşa Îraqê di tekoşîna bi DAÎŞ re şirovekir
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Iraq, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de