14:56 17 Kanûn 2017
Zindî
    Îraq-DAÎŞ

    Serokwezîrê Iraqê: Emê milîsên şîe jî bişînin şerê Mûsilê

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ji bo şer û operasyona girtina bajarê Mûsilê dê milîsên şîe jî bişînin wir

    Heta niha gellek caran rayedarên sunnî yên Iraqê bi taybet parêzgarê Mûsilê Esîl Nucêfî gotibûn, ew naxwazin milîsên şîe beşdarî operasyona Mûsilê bibin çimkî ev yek dê bibe sedema derketina aloziyan. Lê Serokwezîrê Iraqê Heyde Ebadî, ji televîzyoneke iraqî re ragihand, ruxmî nerazîbûna hinek aliyan, milîsên şîe jî dê tevlî operasyona Mûsilê bibin. Ebadî da zanîn ku Iraq di şerê DAIŞê de ji hemû welatan, Îran jî di nav de, alîkariyê distîne. Bajarê Mûsilê roja 10ê Hezîrana par ket destê DAIŞê. Herêma Neynewayê ku bajarê Mûsilê navendaê wê ye, herêmek sunnî ye.Rûdaw

    Etîketan:
    Mûsil, IRAQ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de