07:46 28 Tîrmeh 2017
Zindî
    Heşda Şeibî

    Heşda Şeibî: Me 90 çekdarên DAIŞê girtin

    © AFP 2017/ Mohammed Sawaf
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Milîsên şîe yên Iraqê yên ser bi Heşda Şeibî ve ragihandin ku îro çekdarên wan 90 çekdarên DAIŞê li Samerayê desteser kirin.

    Serkirdeyê Yekîneya Seraya Cîhad a ser bi Heşda Şeibî ve Hesen Sarî îro  ragihand: `Hêzên Yekîneya Seraya Cîhad a ser bi Heşda Şeibî îro di çend operasiyonan de çend çekdarên DAIŞê kuştin û 90 çekdarên DAIŞê yên din  jî desteser kirin`.

    Hesen Sarî herwiha got ku yekîneya wan xeta stratejîk a Romeylat û Ferhaniye ya li başûrê rojavayê bajarê Samerayê kontrol kirine.

    Duh jî ragihandina desteya çekdarên Heşda Şeibî di daxuyaniyekê de tekez kir ku yekîneyên ser bi koma Seraya Cîhad 60 çekdaêrn DAIŞê li başûrê rojavayê Samerayê kuştin.

    Heşda Şeibî li gor fetwa ya Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî ji bo şerê li dijî DAIŞê hat pêkanîn. Di nava Heşda Şeibî de gelek kom û rêxistinên serbazî yên şîe hene ku diyarkirînê wan Supaya Bedir a bi rêbertiya Hadî Amirî ye.

    Bi heman mijarî:

    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de