05:30 25 Îlon 2017
Zindî
    Çalakiyak terorîstî li Erebistana Siûdiyê

    Teqînek xwkujî li Erebistana Siûdiyê

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Îro di dema nimêja înê de teqînek xwekujî li mizgeftekê li Erebistana Siûdiyê qewimî û di encam de hejmarek kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn. DAIŞê jî berpirsatiya teqînê girte ser xwe.

    Jêderên nûçeyan ên Siûdiyê ragihandin ku îro, roja  înê teqînek xwekujî di nava mizgefta Îmam Hisên a li bajarê Demam li rojhilatê wî welatî çêbû. Li gor ragihandinên Siûdiyê, kesê xwekuj bi kincên jinan çûye nava mizgeftê û xwe di nava xelkê de teqandiye.

    Li gor zanyariyên pêşîn, di teqînê de10 kes hatin kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn. Hat ragihandin, termê kesê xwekuj jî di nava kuştiyan de ye.

    Rêxistina DAIŞê li ser tora civakî ya twitterê berpirsatiya teqîna îro ya li Demamê girte ser xwe.

    Çend roj berî niha jî teqînek din di nava mizgevteke din a Şîeyan li bajarê Qetîf a li  rojhilatê Erebistana Siûdiyê qewimîbû û DAIŞê berpirsatiya wê teqînê jî girtibû ser xwe.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Etîketan:
    Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de