15:37 22 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Îraqê

    Parlamentoya Iraqê Parêzgarê Mûsilê ji Posta wî Dûrxist

    © Foto: BasNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 5 0 0

    Perlementoya Iraqê, Esîl Nucêfî ji posta parêzgeryê Neynawa, an ku Mûsilê bi dûr xist.

    Mûsilê ku li gorî hejmara şêniyên xwe, piştî Bexdayê li Îraqê  duyemîn parêzgeha herî mezin e,  10-ê hezîranê sala 2014 ji aliya çeyetên DAÎŞ`ê ve hatiye dagirkirin. Bi hatina çeteyên DAÎŞ, Nuceyfî revya Hewlêrê û niha bi alîkarya hikumeta Kurdistanê, artêşa Iraqê û DYA ve serperiştya amadekirina hêzekê dike ku bajarê Mûsilê ji destê DAÎŞ ê rizgar bikin.

    Gelo do wê demê de ku amadekariya rizgarkirina Mûsilê ê kirin, bîryara dûrxistina Esîl Nûceyfî ji postê parêzgeriyê, wê bandoreke çawa li rewşa sîyasî ya Îraqê bike?

    Peyamnêrê Spûtnîk Kurdistan Osman Başqalî bi vê bûyerê re girêdayî li gel serokê fraksiyona PDK, yê li parlamentoya Îraqê Xosrow Goran hevpeyvîn kir:

    Xosrow Goran tekez dike ku bîryara  perlemanê Iraqê ne yasayî bu: “Ji ber ku di bernama rojeva perlemanê de tunebû, di heman demê de civata parêzgeha Mûsilê daxwaz ji parlemanê kiribû ku pirsa Esîl Nucêfî bo demek din bê bi paşxistin”.  

    Goran herweha da zanîn, ku  firaksyonên kurd jî li hember wê pirsê hevnêrîn nebûn:  “Firaksyona PDK,Yekgrtûya Islamî û Komela Islamî deng ne da ji bo ladana Esîl Nucêfî, lê herdû firaksyonyên YNK ê û Tevgera Goranê deng bi ladana Nucêfî dan”.

    Xosrow Goran her weha amaje kırö ku Esîl Nucêfî dikare biryara perlemanê lı Dadgeha Fedralî ya Iraqê temyîz bike û daxaza helweşandna wê biryarê bike.

    Xosrow Goran tekez  kir ku cara yekemîn e di dîroka nû ya Iraqê de perleman parêzgarekî ji posta wî dûr dixe û da zanîn ku ev  pirsgrêkeke şexsî bû.

    Ji aliyê din, Esîl Nucêfî piştî biryara perlemana Iraqê press-konferansek lidar xist û weha axivî: “ Ez ta niha her parêzgerê Mûsilê me. Ev biyara parlamenterên şîe, o ji ber helwîsta me bûye, lewre me rê nedan hêza Heşda Şebî ya şîe  beşdarî di proseya rizgarkirina Mûsilê bikke û ji ber wê yekê jî hin firaksyonên şîi, yên mîna Dewleta Yasayî ew biryar li dijî min derxstye”.

    Bi heman mijarî:

    Mûsil/Tilsiqof – 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Tilefer/ Mûsil - Pêşmerge planeke DAIŞê pûç kir
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de