12:00 18 Tebax 2017
Zindî
    Keçkên şervan yên YPG

    Şer li Şêx Meqsûd rawestiya û rêkeftinek nû pêk hat

    © REUTERS/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Li gorê rêkeftinê divê di heyamê 10 rojan de mercên rêkeftina berê ji aliyê YPG ve bên pêkanîn.

    Duh 28 Gulanê şer di navbera Yekîneyên Parastona Gel YPGê û Çekdarên Dijberiya Sûriyê li taxa Şêx Meqsûd li bajarê Helebê li bakurê Sûriyê hat rawestandin û rêkeftinek nû bihevre girêdan.

    Li gorî rêkeftina nû ya di navbera odeya operasyonên bi navê (Lebiyekî ya Uxtah) û YPG de, YPG divê di heyamê 10 rojan de mercên rêkeftina berê bicî bînin, ev rêkeftin bi mitmaneya Firqeya 16 ya Artêşa Azad û kombûna `Festeqim kema Emert` li ser bingeha ku her du aliyên şer ji deverê vekşin û hêzên aliyên mitmanê cihê wan bigerin.

    Duh di navbera YPG û çekdarên dijberiyê de şer derket. Li gor ragihandina YPG, di wî şerî de 10 çekdar hatin kuştin û şervanekî kurd binavê Mihemed Nûr Hesen 38 salî şehîd ketibû.

    Odeya operasyonên (Lebeykî ya Uxtah) ji (Bera Kurdî, Bera Şamê, Tevgera Ehrar Elşam, Ketîbeyên Ebû Emara, Firqeya 16, Ehfad Elselatîn, Feyleqê Elşam, Focê Yekem Ketayb Elsefwa, Tevgera Nûr eldîn Zengî, Ketayibê Şoreşvanê Şamê û Bera Elnusra) pêk tê.

    Bi heman mijarî:

    YPG: 11 gundên Mebrûka jî hatin rizgarkirin
    YPG: Cebhet El-Nusra gefan li kurdan dixwe
    YPG rêya alîkariyên DAIŞê dibire
    YPG: 7 gund hatin rizgarkirin
    YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
    YPG 4 emîrên DAIŞê kuştin
    Etîketan:
    Kurdistan, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de