21:20 23 Îlon 2017
Zindî
    Li Îraqê operasyonên li hember DAÎŞ`ê

    Bûrokratên amerîkî karîyer û armancên xwe yên sîyasî li Iraqê destpê kirin

    © AFP 2017/ Ali Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 6 0 0

    Li Iraqê du artêş hene, ku yek ji alîyê amerîkîyan ve yek jî ji alîyê îranîyan ve hatiye sazkirin

    Bûyera di sala 2014`yan de li Mûsilê rû da, li Ramadîyê dubare bû. Artêşa Iraqê li hember dijberê jimarkêm çekên xwe li cih hişt û revîya. Derbarê pêşeroja artêşa Iraqê de çi dikare bête gotin, dema tehdîda DAÎŞ`ê roj bi roj zêdetir dibe?

    Problema artêşa Iraqê ew e, ku li ser prensîbên olî-mezhebî tê avakirin. Piranîya artêşa Iraqê ji şiîyan pêk tê û tenê dikarin li taxên şiîyan bi serbestî tev bigerin. Sûnnî wan wek bîyanîyan dinirxînin û ji ber wê yekê jî li herêmên sunnîyan nikarin bi ser bikevin. Gelo ji ber kîjan sedeman hikûmeta Iraqê nikare artêşeke hevbeş ava bike? Sedem ew e, ku hikûmeta Iraqê di her warî de pişta xwe bi Îranê ve girêda ye û ji ber wê jî ne dikare bi kurdan re, ne bi erebên sunnî re zimaneke hevbeş peyda bike. Her weha amerîkî jî ji ber têkilîyên wan ên bi Tehranê re nikarin bawerîya xwe bi wan bînin. Di encamê de plana amerîkîyan ya ji kurd, sunnî û şiîyan sazkirina kolektîveke leşkerî îflas kir.  Sîyasetzan û analîstê leşkerî, rêvebirê Navenda Analîzkirina Welatên Rojhilata Navîn û Asya Navîn Semyon Bagdasarov destnîşan dike, ku ew encam hêj di sala 2011`yan de hatibûne pêşbînîkirin:

    Li Iraqê du artêş hene. Artêşeke Iraqê ji alîyê amerîkîyan ve hatîye sazkirin û artêşek jî ji alîyê îranîyan ve. Artêşa ji alîyê amerîkîyan ve hatî sazkirin gelek lawaz e. Bi tevî çekên giran jî bajaran terk dike û direve. Tenê li Ramadîyê du depoyên tuje çek di cih de hiştin û revîyan. Acizbûna wezîrê bergirîyê yê DYA`yê jî ji ber wê yekê ye. Lê, di wê bûyerê de amerîkî bi xwe sucdar in. Di sala 2011`yan de min di civîneke ji alîyê parlamentoyên welatên endamên NATO`yê ve hatî lidarxistin de beşdarî kir. Nûnerê hêzên leşkerî yên DYA`yê di wê civîne de got ku ``Me heta niha li Iraqê 15 milyar dolar xerc kir, 7500 perwerdekar û şewrirmendên me şev û roj xebatê dikin. Emê artêşeke bi hêz û hêzên ewlekarîyê yên xurt ava bikin``. Min mafê axaftinê xwest û wisa bersîva wî da: ``We hemû efserên Seddam ên bi ezmûn ji kar avêtin û hûn hewl didin ji qûmê artêşekê ava bikin. Xebatên we wê bê encam bimînin. Piştî axaftina min, serokwezîrê Iraqê  Nûrî el-Malîkî jî piştgirî da gotinên min``. Wek niha jî dîyar dibe, ji wê artêşê tu tişt derneket. Li ser artêşa ji alîyê îranîyan ve hatî sazkirin jî dikarim bibêjim, ku mîlîsên şiî gelek bi berhemdarî tev digerin û operasyona wan a bidestxistina Tîkrîtê jî ispata wê yekê ye. Ew artêş ji mîlîsên şiî û komên Hizbûllahê pêk tê. Niha artêşa Iraqê ya ji alîyê îranîyan ve hatî sazkirin wê ji bo rizgarkirina Ramadayî dest bi operasyonan bike, ku ji alîyê artêşa Iraqê ya bi piştgirîya amerîkîyan ve hatî sazkirin ve hatibû terkkirin”.

    Pirseke wisa derdikeve holê: ji bo çi amerîkîyan dema dîtin ku  perwerdekirina artêşa Iraqê tu encaman nade, tedbîrên pêwist ne wergirtin. Şerê li Iraqê ji bo DYA`yê şerê dabînkirina projeya hatî kifşkirin e. Ew proje pozîsyon û bandora karmendên amerîkî yên wezareta derve û têkilîyên navneteweyî de kar dikin, dide zêdekirin. Amerîkîyan ji bo artêşa ku di sala 2014`yan de têk çû, di sala 2011`yan de 25 milyar dolar xerc kirin, ji bilî xercên hikûmeta Iraqê yên ji bo kirîna çekan û dabînkirina hewceyîyên artêşê yên rojane. Elbet bûrokratên pirjimar ên di nav wê projeyê de cih digirin, bêyî ku bi encaman ve girêdayî bimînin, ji bo berdewamkirina wê projeyê xebatê dikin. Lê, amerîkî ne li benda geşedanên bi wî awayî bûn û wisa difikirîn, ku bi tedbîrên polîsîye ve hikûmeta Iraqê dikare pêşî li tehdîdên hundurîn bigire. Hisabê wê yekê hatibû kirin, ku hêzên taybet dikarin ewlekarîya pozîsyon û desthilata Malîkî dabîn bikin. Artêşa bi malîyeta bilind jî wê tenê wek aksesûar bimaya.Malikî

    Lê, belaya ku hisaba wê nehatibû kirin ew bû, ku nakokîyên sunnî û şiîyan ên li Iraqê, dikarin ji bûyerên li Sûrîyeyê bandordar  bibin û rewşa li Iraq û Rojhilata Navîn bidine guhertin. Ne li Iraqê û ne jî li Waşîngtonê ne li benda geşedanên bi wî awayî bûn.

    Bi heman mijarî:

    DYA bandora xwe ya li Rojhilata Navîn winda dike
    DYA li Rojhilata Navîn li dû berjewendîyên xwe ye
    Peywendiyên Kurdistan û DYA di berzbûnê de ye
    Ebadî gefan li DYA dixwe
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Pûtîn: DYA bêtir ji me çekan li Rojhilata Navîn difroşe
    Etîketan:
    DYA, Iraq, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de