06:28 24 Hezîran 2018
Ala Tirkiyê

Tirkiyê, bêyî hesibandina berjewendiyên xwe, wê rêkeftina bazirganî bi YE-DYA re, îmzeneke

© AFP 2018 / Ozan Kose
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Numan Kurtulmuş ragihand ku welatê wê, bêyî berçavkirna berjewendiyên xwe wê rêkeftina derbarê Bazirganiya Tranatlantîk û Hevbeşiya Vebêrdêrî (BTHV) ya di navbera Yekitiya Ewropayê û Amerîkayê de qebûlneke.

Anqara hewldide jibo mercên yekitiya gumrikê bi YE re biguhere. Li gor vê yekitiyê, Tirkiyê gerek bazara xwe jibo welatê sêyan ku rêkeftina derbarê bazirganiya azad bi YE re girêdide veke. Di heman demê de hilberînên tirkî nikarin bêyî risûmatan li bazara welêtê sêyan cîbigre, jiber Tirkiye ne endamê YEyê ye. Wezîrê Tirkiyê yê jibo kar û barê bi YE re Volkan Bozkîr berya demekê ragihand ku heger berjewendiyên Anqerê neyê berçavkirin, ew dikare ji yekitiya gumrikê derkeve.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê li ser asasê zanyariyên lêkolînê got ku îmzekirna  rêkeftina derbarê BTHV dikare bihêle ku aboriya welêt heta 2,5% dakeve û 0,4% hejmara bêkariyê zêdebibe.

Bi heman mijarî:

Selîm Cibûrî: ji bo azadkirina Mûsilê emê hemahingiyê li gel Tirkiyê bikin
Polîsên Tirkiyê dijî xwepêşanderan av û gazahêsirbaranê bikaranîn
Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
2 DAIŞî li Tirkiyê hatin girtin
Etîketan:
TIrkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de