21:20 23 Îlon 2017
Zindî
    Cebhat al-Nusra

    Cebhet el Nusra: Em dixwazin Şamê bigirin

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Serokê rêxistina îslamî ya radîkal a bi navê Cebhet el Nusra, ku wek baskê El Qaîdê li Sûriyê tê zanîn, ragihand ku ew dixwazin Şamê bigirin.

    Serokê rêxistina Cebhetl el Nusrayê, Ebû Mihemed Culanî di hevpeyvînekê de digel televîzyona Al Jazeerayê îdia kir ku ji bo ketina rêjîma Beşar Esed zêde nemaye û got ku armanca me girtina Şamê ye.

    Ebû Mihemed Culanî ku di dema hevpeyvînê de pişta xwe dabû kamerayê, bang li elewiyên Sûriyê kir bibin misilman û wiha got: `heger ew çekên xwe daynin û zilamên xwe neşînin şerê me wê çaxê ew birayên me ne.`

    Serokê Cebhet el Nusrayê êrişî Hizbullaha Libnanê jî kir û got ku Hizbullah ji tirsa xwe rêjîma Beşar Esed diparêze.

    Rêxistina Cebhet el Nusra û hinek komên din ên radîkal vê dawiyê li bakurê rojavayê Sûriyê pêşde çûne. Wan berya demekê bajarê Idlib û Cisir el Şixûr zeftkirin. 


    Bi heman mijarî:

    YPG: Cebhet El-Nusra gefan li kurdan dixwe
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de