21:24 23 Adar 2017
Zindî
    Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî Mûn

    NY: Gelê Sûriyê hêvî bûye

    © AP Photo/ Mohammad Hannon
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Ban Kî-moon radighîne ku gelê Sûriyê ji ber tawanên şer `bê hêvî bûye` û tekez dike jî ku çareserkirina krîzê -siyasî ye.

    Sekreterên Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî Mûn di rapora xwe ya mehane de duh, 27ê Gulanê, ragihand ku şerê li Sûriyê 220 hezar kes kuştiye û hejmarek zêde ya rûniştvanan bê cih û war kirye.

    Ban Kî Mûn diyar kir jî ku ji hejmara 23 milyon kesî li Sûriyê, pêwîstiya nêzîk 12 milyon û 200 hezar kesî bi alîkariyên mirovî heye, di nav wan de 5 milyon zarok jî hene.

    Kî Mûn balkişand ser komkujiyên ku li Sûriyê çêdibin û got: ku `pêwîste asta komkujî û wêranya li Sûriyê wîjdanê navdewletî bihejîne.`

    Herwiha balkişandiye ser wê yekê jî ku gelê Sûriyê bêjar bûye, êdî nema dikarin çaverê bin `pêwîste çareseriyeke siyasî bê dîtin.`

    Sekreterê Giştî yê NY, hêzên hikûmeta Sûriyê bi bikar anîna bermîlên teqîner tohmetbar kir û got jî ku ew bermîl welatiyên sivîl bê cudahî dikuje.

    Ban Kî Mûn tekez kir jî ku çareseriya krîza ku ev 5 salin li Sûriyê diqewime `siyasî ye û ne leşkerîye, her çiqas zû aliyên şer li vê yekê mikur werin wê bo gelê Sûriyê baştir be.`

     


    Bi heman mijarî:

    Korya Bakûr serdana Ban Kî-moon betal kir
    Ban Kî-moon: Çareserî bi tenê siyasî ye
    Etîketan:
    Sûrîye, NY
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de