11:23 22 Sibat 2017
Zindî
    Îraq-DAÎŞ

    Rumadî - Çekdarên DAIŞê hatine dorpêçkirin

    © AFP 2016/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Wezareta Parastina Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên artêşa Iraqê û milîsên şîe dora çekdarên DAIŞê yên li nav bajarê Rumadî de girtine.

    Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber dorpêçkirinê, çekdarên DAIŞê nikarin ji cihên din piştevaniyê bistînin û pir tengav bûne.

    Operasyona stendina bajarê Rumadî ji aliyê hêzên iraqî berya du rojan destpêkir.

    Li gorî agahiyan, duh di encama bombebaranê de 17 çekdarên DAIŞê li rojhilatê bajarê Rumadî hatin kuştin.

    Bajarê Rumadî, ku navenda parêzgeha Enbarê ya Iraqê ye, roja 17ê vê mehê ketibû destê DAIŞê. 


    Bi heman mijarî:

    Serokê Pentagonê têkçûna artêşa Îraqê di tekoşîna bi DAÎŞ re şirovekir
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de