06:55 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Laurent Fabius

    Fransa hişyariyê ji parçebûna Sûriyê û Iraqê dide

    © REUTERS/ Evan Vucci
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Wezîrê Derve yê Fransa hişyariyê ji parçebûna Sûriyê û Iraqê dide, herwiha rexneyên tund li Hikûmeta Iraqê digre.

    Laurent Fabius di gotarekê de li Parlementoya Fransayê duh, 26ê Gulanê, ragihand ku heger hevpeyamniya navdewletî hewlên xwe li dijî rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) bihêztir neke, wê berê Sûriyê û Iraqê li parçebûnê be.

    Fabius rexneyên tund li Hikûmeta Iraqê jî girtin û diyar kir ku hikûmetê soz dabû hevpeymaniya navdewletî ku ew wê ji hemû alî û pêkhateyên Iraqê re kar bike, lê ew sozên xwe bi cih ne anîn.

    Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku serokê Sûriyê Beşar Esed desthilata li ser praniya navçeyên welat `ji dest daye` û dîtina çareseriyeke siyasî di navbera hikûmet û mixalefeta Sûriyê de `ji bo rizgarkirina welat` bi pêwîste da zanîn.

    Ev gotinên Laurent Fabius di demekê de tê ku roja 2ê Hezîrana bê civînek ji welatên ku şerê DAIŞê dikin re tê li darxistin.

    Di civînê de wê bêhtir ji 20 wezîrên derve, di nav wan de wezîrê derva yê Amerîka John Kerry, ji bo danîna stratejiyeke nû ji şerê li dijî DAIŞê re, beşdar bin.

    Bi heman mijarî:

    Fransa ji Rûsyayê re pêşniyar dike ku peymana ser `Mîstralan` bê betalkirin
    Fransa dixwaze kontrata `Mistral` betal bike
    Etîketan:
    Îraq, Sûrîye, Fransa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de