14:50 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Serokwezîrê Israylê Binyamin Netanyahu

    Netanyahu amadeye ku sînorên dewleta Filistînê giftûgo bike

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Rojnema israylî `Haarets` li ser asasê çavkaniyên ji hikumeta welêt ragihand ku serokwezîrê Israylê Binyamîn Netanyahu seroka sazûmana têkilyên derve ya YE Federika Mogerini piştrastkir ku ew amadeye gotebêjên derbarê sînorê dewleta Filistînê vejîne.

    Çavkaniya `Haarets` got ku serokwezîr ji Mogerini re got ku herêmên (Rojavayî peravê) wê di bin desthilata Israylê de bimînin, her wiha heremên hene ku wê bibin yên Filistînê, jiber vê yekê derfet heye ku  giftûgoyên derbarê herêmên ku Israyl avahiyan li wan ava dike pêşkevin. 

    Ajansa Reuters li ser zarê nûnerên Filistînê ragihand ku `helwesta wan dimîne wek berê. Ango çalakiyên bicîkirnê bi carekê divê bên rawestandin û hemû pirsên sereke yên problêma bi Israylê re bên giftûgokirin`.

    Bi heman mijarî:

    Atîna dixwaze bi riya parlamento Filistîn danpêdan bike
    Vatîkanê Filistîn wek dewletek serbixwe nas kir
    Etîketan:
    Israyl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de