12:56 20 Çile 2017
Zindî
    Hêzên Hevpeymaniya dijî DAÎŞ

    DYA li hember DAÎŞ`ê şer dike, DAÎŞ bi hêztir dibe

    © Foto: BasNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Alîkarîya amerîkîyan navnîşanê şaş dike

    Waşîngton û Enqereyê biryar dan, ku alîkarîya serhildêrên li Sûrîyeyê bikin ên li hember DAÎŞ`ê şer dikin. Ji bo wê yekê li hev kirin, ku pozîsyonên DAÎŞ`ê ji hewa de bombebaran bikin. Lê, ji alîyê din ve êrişên hewayî yên koalîsyona bi serkêşîya DYA`yê heta niha tu encamên berbiçav nedane. DAÎŞ roj bi roj bi hêztir dibe û hola xwe ya bandorê berfirehtir dike, nirxên çandî û dîrokî bi dest dixe û kesên sivîl dikuje. Di wan demên dawîyê de DAÎŞ`ê bajarê Ramadîyê jî bi dest xist. Artêşa Iraqê ji wî bajarî vekişîya û niha li Bexdayê ye.

    Lê, kes naxwaze hisabê wan têkçûnan bide. Wezîrê bergirîyê yê DYA`yê Eşton Karter ragihand, ku sedemê têkçûnê ew e, ku artêşa Iraqê naxwaze şer bike. Cîgirê serokwezîrê Iraqê Salih el-Mûtlaq jî di têkçûnan de pisporên leşkerî yên DYA`yê tawanbar dike. Li gor nêrîna wî, pisporên amerîkî tenê revê hînê leşkerên Iraqî dikin. Her weha got, ku gereke sala 2003`yan de artêş ji nû ve nehatiba avakirin.

    Li Iraqê serkeftina DAÎŞ`ê bi alîkarîyên DYA`yê ve girê didin. Komîteya Bergirî û Ewlekarîyê ya Iraqê li ser wê bawerîyê ye, ku DYA bi zanebûn şerê bi DAÎŞ`ê re dide dirêjkirin û alîkarîyên ji hewa de ji DAÎŞ`ê re diçin jî ne bi şaşî lê bi zanebûn têne pêkanîn.

    Senator Con Makkeyn jî ragihand, ku li bal Waşîngtonê stratejîya tekoşîna li dijî terorîstan tune ye. Wî pres-sekreterê Mala Spî jî wek ehmeq bi nav kir, ku gotibû `ji ber her têkçûna li Iraqê pêwistî bi endîşebûnê tune ye`.

    Her çend stratejî tune be jî, Waşînton bi çalakî tev digere. Êrişên hewayî yên koalîsyonê, tevgera hevbeş a bi Enqereyê re û alîkarîya ji bo komên çekdar hinek ji wan çalakîyên Waşîngtonê ne. Lê, wek li Bexdayê jî hatî destnîşankirin, alîkarîya amerîkîyan navnîşanê şaş dike. Ew yek jî ne dîyar e, ka serhildêrên ji DYA û Tirkîyeyê alîkarîyê distînin wê li dijî kê şer bikin. Wisa dîyar e, ku plana wergerandina Beşar Esad dîsa di rojevê de ye. Mixabin, ew şer wê hêj demeke dirêj berdewam bike.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Îranê amade ye li dijî DAÎŞ`ê şer bike
    Serokê Pentagonê têkçûna artêşa Îraqê di tekoşîna bi DAÎŞ re şirovekir
    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
    4 jin û 4 zarok rizgar ji destê DAÎŞ bûn
    Etîketan:
    DYA, Rojhilata Navîn, DAÎŞ
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de