17:37 23 Çile 2017
Zindî
    Artêşa Îraqê

    Amerîka ji parolaya operasyona Rumadî nerazî ye

    © AFP 2016/ HAIDAR HAMDANI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) li hember parola û silogana milîsên şîe di operasyona bajarê Rumadî yê Iraqê de nerazîbûn nîşan da û ragihand, ew silogan mezhebî ye.

    Artêşa Iraqê duh bi alîkariya milîsên şîe û çekdarên eşîrên sunnî yên parêzgeha Enbarê dest bi operasyona stendina bajarê Rumadî ji DAIŞê kir.

    Di wê operasyonê de derdora 20 hezar milîsên şîe beşdar bûne. Tê gotin milîsên şîe ku xwe wek `Heşda Şeibî` (versiyona Besîca Îranê li Iraqê) bi nav dikin, bi silogana `Lebêyk Ya Husên` (em li pey te ne Husên) tevlî şer dibin.

    Lê berdevkê Pentagonê Steve Warren li hember vê siloganê nerazîbûn nîşan da û got, ev silogan mezhebî ye û dibe ku zirarê li yekîtiya gelên Iraqê bike.

    Steve Warren diyar kir ku ti xêr ji vê sloganê tune, çimkî kilîta derxistina DAIŞê ji Iraqê, yekîtiya iraqiyan e.

    Xelkê parêzgeha Enbarê piranî sunnî ne.

    Bajarê Rumadî roja 17ê vê mehê ji aliyê DAÎŞê ve hat kontrolkirin.

    Bi heman mijarî:

    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de