15:45 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Yemen opêrasyona hêzên hewayî

    Erebistana Siûdî tê topbarankirin

    © AP Photo/ Hani Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Çekdarên Hûsî yên şîe û alîgirên serokê berê yê Yemenê, hejmarek top û rokêt avêtin ser bajarên Xube, Cabirî û Cazanê yên Erebistana Siûdî.

    Çavkariyên leşkerî û ewlehî ragihandin ku di encamê vê topbaranê de welatiyekî siûdî hat kuştin û 5 kesê din jî birîndar bûn.

    Herwiha hat ragihandin ku, ew topbarankirin navenda Ximîs Mişît ya leşkerî jî li Siûdiyê girt, lê heta niha ziyanên wê nehatine eşkerekirin.

    Piştî girtina desthilatê Yemenê ji aliyê Hûsiyan bi hêz û çekan ve, balafirên şer ên hevpeymaniya erebî bi serokatiya Erebistana Siûdiyê dest bi lêdana Hûsiyan kirin.

    Jiber ku Siûdiyê û Yemen cîran in, çekdarên Hûsiyan top û rokêtan davêjin ser bajarên wê yê ser sînor û ziyanan digihînin wan.

    Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê, Colin Powell duh ragihand ku `em şaş bûn dema ku me hişt Siûdiyê êrişî Yemenê bike, jiber ku artêşa wê qelis û sist e û wezîrê wê yê bergiriyê nizane gotina şer çi ye.`

    Herwiha Colin Powell da zanîn ku `Erebistana Siûdiyê piştî meh û nîvekê ji şerê xwe dibêje werin bi hewara me ve.`

    Bi heman mijarî:

    Li Yemen û Siûdiyê êriş li ser mizgeftên şîeyan hatin kirin
    Yemen - Balafirên şer li milîsên şîe yên Hûsî dan
    Yemen- Lêdana balafiran didom e û balafirek winda ye
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Yemen- Şer gur e
    Yemen- Encumena Ewlekariyê îro dê biryarê bide
    Etîketan:
    Erebistana Siûdî, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de