08:04 25 Gulan 2017
Zindî
    Mîtînga HDP`ê

    Nazmî Gur: Em dixwazin ku Rûsya di çareserkirina pirsa kurd de rol bilîze

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4710

    Eger Rojhilata Navîn a demokratîk bête avakirin, kurd jî wê di nav de cihê xwe bigirin

    Li Tirkîyeyê pêşbazîya di navbera partîyên sîyasî yên berî hilbijartinan berdewam dike. Mîtîng û xwepêşandan têne lidarxistin, pankartên cihereng têne vekirin, fikr û ramanên nû peyda dibin û yên berê têne rexnekirin.

    Di bernameyên partîyan de sîyaseta derve ciheke taybet digire. Gelo di bernameya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de rêgezên sîyaseta derve çi ne? Helwesta wê ya mijara Sûrîyeyê de çawa ye? Derbarê ber bi Rojhilatê ve berfirehbûna NATO`yê de çi difikire?

    Berpirsê têkilîyên derve yê HDP û parlamenterê Wanê Nazmî Gur pirsên peyamnêrê Ajansa Nûçeyan Spûtnîkê Amûr Gadjîev bersîvandin.

    Amûr Gadjîev: Birêz Nazmî Gur, rêgezên sîyaseta derve a bernameya sîyasî ya Partîya Demokratîk a Gelan çi ne?

    Nazmî Gur: Partîya Demokratîk a Gelan berî her tiştî giringîyê dide aştîya cîhanê û piştgirîyê dide bi rîyên aştîyane û rêbazên demokratîk ve çareserkirina pirsgirêkên di navbera gel û welatan de. Bernameya sîyasî ya partîya me li ser esasê dîyalogên dîplomatîk hatîye amadekirin. Partîya me xwedî bernameyeke bi rîyên aştîyane û demokratîk ve çareserkirina pirsên li Rojhilata Navîn û Cîhanê ye. Ji bo me di sîyaseta derve de tiştê giring azadîya gelan, demokrasî, raserîya hiquqê û dabînkirina azadîya gelên bindest ên wek kurdan e.

    Amûr Gadjiev: Helwesta we ya derbarê Sûrîyeyê de çi ye? Fikra ``Cenev-3`` hûn çawa dinirxînin?

    Nazmî Gur: Ji serî de sîyaseta me ya Sûrîyeyê gelek zelal e. Me xeletîya sîyaseta hikûmeta Tirkîyeyê ya di bin serokatîya Ahmet Davûdoglû û Recep Tayîp Erdogan de her tim destnîşan kir û rexne kir. Ji ber ku em dizanin li Sûrîyeyê gelên bira yên bi nasnameyên cuda û olên cuda hene. Elbet em piştgirîyê didine tekoşîna gelên Sûrîyeyê yên hewl didin pêşerojeke demokratîk ava bikin. Em li Sûrîye û Iraqê peydabûna rêxistinên radîkal ên wek DAÎŞ, El-Qaîde û En-Nusrayê wek tehdîda li dijî tewaya mirovahîyê dinirxînin. Em wisa difikirin ku tenê gelên Sûrîyeyê dikarin pirsa li wî welatî çareser bikin. Em layengirên yekpareyîya Sûrîyeyê ne.

    Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûrîyeyê û sazkirina welateke demokratîk gereke şerê navxweyî bête rawestandin. Em dizanin, ku Moskow ji bo rawestandina şer û çareserkirina problema li Sûrîyeyê di nav hewlên  mezin de ye. Em hewlên aştîyane yên Rûsyayê bi bilindî û giring dinirxînin.

    Heta niha du civînên li Cenevê hatin lidarxistin. Lê, di wan civînan de berjewendîyên kurd, elewî, xiristîyan, suryanî û ermenîyan nehatin berbiçavkirin û ji ber wê yekê jî bi ser neketin. Em wisa difikirin, ku hemû peyanên navneteweyî yên di bin înîsîyatîva NY de têne kirin, gereke nasnameyên etnîkî û olî yên gelên Sûrîyeyê jî bihewînin. Eger Cenev-3 bête lidarxistin, gereke kurd, suryanî, ermenî, xiristîyan, erebên elewî û sunnî jî bêne temsîlkirin. Eger ne wisa be, rêxistinên radîkal ên wek DAÎŞ û En-Nûsrayê wê ji rewşa heyî sûdê werbigrin û tewaya cîhanê tehdîd bikin.

    Amûr Gadjiev: Hûn ber bi Rojhilatê ve berfirehbûna NATO`yê û sîyaseta wê ya dorpêçkirina Rûsyayê çawa dinirxînin?

    Nazmî Gur: Helwesta partîya me ya li hember mîlîtarîzm û îtifaqên mîlîtarîst gelek zelal e. Em wisa difikirin, ku krîza li Ûkraynayê bi rîyên aştîyane ve bête çareserkirin. Welatên di nav îtifaqa NATO`yê de cih digirin, eger rêbazên demokratîk û dîplomatîk hilbijêrin, ewê ji bo hemû alîyan sûdmend be. Ber bi Rojhilatê ve berfirehbûna NATO`yê wê aramîya li herêmê bihejîne. Mixabin guhertina statûkoyan û avakirina statûkoyên nû her tim ne bi rêbazên aştîyane ve têne kirin.

    Di rastîyê de rewşa li Rojhilata Navîn encamê hewlên bi dawîkirina statûkoya kevin û sazkirina statûkoyeke nû ye. Kurd, ku neteweyeke bê dewlet a bi gelheya 40-45 milyonan e, di nav netewedewletan de di nav wê statûkoya kevin de bê statû man û her tim hatin imhakirin û înkarkirin. Eger Rojhilata Navîn a demokratîk bête avakirin, kurd jî wê di nav de cihê xwe bigirin.

    Heyeta HDP`ê li Qendîlê
    © Foto: https://twitter.com/idrisbaluken

    Li gor nêrîna me, berfirehkirina hola bandorê û meşandina rêbazên mîlîtarîst ji çareserîyê zêdetir, wê şer û şîdetê bîne û hem NATO û hem jî hêzên din ên herêmê gereke xwe ji wan rêbazan bi dûr bixin.

    Amûr Gadjiev: Hûn dixwazin têkilîyên xwe yên bi Rûsyayê re di kîjan waran de pêşve bibin?

    Berî 7-8 mehan bi tevî hevserokê me Seleheddîn Demîrtaş me serdana Rûsyayê kir. Me li wezareta derve, li Dûmayê bi rêxistinên civakî re hevdîtinên gelek giring pêk anî û têkilîyên nû saz kir. Em giringîya Rûsyayê ya li Rojhilata Navîn û li herêma xwe baş dizanin. Rûsya hem wek hêzeke aborî û hem wek hêzeke navneteweyî û hem jî bi saya asûna xwe ya stratejîk dikare di çareserkirina pirsa kurd de roleke giring bilîze. Ji bo pêşvebirina têkilîyan û piştgirîya Rûsyayê emê jî hewlên xwe bidomînin.

    Bi heman mijarî:

    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Etîketan:
    Rûsya, Kurdistan, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de