04:00 24 Çile 2017
Zindî
    Firokên hêza hevpeymaniya dijî DAÎŞ

    DYA li Rojhilata Navîn li berjewendîyên xwe ye

    © BasNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 16 0 0

    Heta hêzên serkêş ên cîhanê di parvekirina Rojhilata Navîn de li hev nekin, şer nasekine

    Ketina Ramadîyê darbeyeke giran li stratejîya DYA`yê ya li Iraq û Rojhilata navîn xist. Lê, rêvebirîya DYA`yê ji stratejîya xwe bawer in û naxwazin biguherînin. Wezîrê bergirîyê yê DYA`yê ragihand, ku gereke ketina Ramadîyê ewqas zêde neyê dramatîzekirin. Li vir pirsek derdikeve holê: armanca DYA`yê ya di wî şerî de çi ye û rêbazên wê yên meşandina şer çi ne?

    Şerê li Iraqê di kategorîya şerê dewletekê ya li dijî dewleteke din tê nirxandin. Di rastîyê de li Rojhilata Navîn holeke berfireh a şer derketîye holê û li Iraq, Sûrîye, Lîbya û Yemenê belav bûye. Li wan welatan strûktûrên dewletê pêk tînin herifîne. Sûrîye êdî ew 4 sal in di nav rewşa şerê navxweyî de ye. Iraq jî ji mudaxaleya DYA`yê ya sala 2003`yan heta niha nikare aramîyê dabîn bike. Ew welat niha ji qonaxa transformasyonê re derbaz dibin û bi wê yekê ve girêdayî wê terîtorîyûm bêne guhertin û dewletên nû peyda bibin. Ew guhertin jî bi rîya şerê navxweyî yên erjeng ve pêk tên. Destêwerdana hêzên herêmî û navneteweyî jî rewşê hîn dijwartir dike.

    Eksperê Navenda Lêkolînên Stratejîk Begîn-Sadatê Prof. Eytan Cîlboa nêrînên xwe yên li ser wê mijarê wisa parve dike:

    “Pirsa sereke – perçebûna Rojhilata Navîn e. Li Rojhilata Navîn sînorên navneteweyî û hikûmetên effektîv ji holê radibin. Şerê navxweyî yê li herêma Rojhilata Navîn wê demeke gelek dirêj berdewam bike, ji ber ku gelek hêz hene û yek ji wan jî ne xwedîyê taybetmendîyeke wisa ye, ku bikaribe bibe desthilat û dawî li şer bîne. Sûrîye, Iraq, Lîbya û Yemen êdî ne wek dewletên serwer in. Li wan welatan hikûmetên bi hêz ên bikaribin tewaya welêt kontrol bikin tune ne. Hinek hêz hene ku hewl didin bandorê li parvekirina terîtoryûma pêşerojê bikin. Ji bo nimûne, hêzên bîyanî alîkarîyeke xurt didine komên çekdar ên li Sûrîye û Yemenê. Li herêmê gelek cureyên destêwerdanîyê hene. Hinek welatên wek Tirkîye, Erebistana Siûdî, Îran û dewletên Kendava Farisîyê û her weha DYA, Rûsya û YE`yê hewl didin anegorê bejewendîyên xwe bandorê li parvekirina terîtoryûm û desthilatên li herêmê bikin. Berjewendîyên wan dewletan hinek caran nêzî hev in û hinek caran jî li dijî hev in. Ji ber wê sedemê analîzkirin û pêşbînîkirina  rewşa li Rojhilata navîn jî zehmet dibe. Li Rojhilata Navîn dema hêzek ber bi serkeftinê ve diçe, hêzên bîyanî mudaxale dikin û rewşê diguherînin. Li Sûrîye û Yemenê jî rewş wisa ye. Ji bo nimûne, dema husîyên hevalbendên Îranê nêzê wê yekê bûn, ku desthilatê bi dest xin, Erebistana Siûdî mudaxale kir û dewletên Kendava Farisî û DYA`yê jî piştgirî dane wê. Piştî wê mudaxaleyê hêza dijberên li Yemenê bû weke hev û niha yek nikare yê din têk bibe”.

    Gelek faktorên cuda yên dibine sedemên xitimandina rewşa li Rojhilata navîn hene. Lê, faktora sereke destêwerdanîya ji derve ye. Paradoks ew e, ku mudaxale wisa bi hevseng têne kirin, ku tu alî nikarin bi ser kevin. Heta dewletên bîyanî yên di herêmê de destêwerdanîyê dikin, li ser parvekirina terîtorîyûm û desthilata li wê herêma dewlemend  li hev nekin, rewşa aloz wê berdewam bike. Li herêmê ji bilî kurdan tu hêzan nikarîn li herêmên xwe bibine desthilat û kontrolê dabîn bikin. DYA û hevalbendên wê dixwazin strûktûrên sîyasî yên sunnî bikine desthilat û ew yek jî şerê navmezhebî gurttir û demdirêjtir dike.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: armancek me ya serke li Rojhilata Navîn heye
    Bogdanov:`Heftiya Rojhilata Navîn` a li Moskowê serkeftina dîplomasiya Rûsyayê ye
    Siyaseta Amerîka li Rojhilata Navîn wê bisenekeve
    Pûtîn: DYA bêtir ji me çekan li Rojhilata Navîn difroşe
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de