12:56 20 Çile 2017
Zindî
    Îraq-DAÎŞ

    Operasyona Rumadî `bi neçarî` dest kiriye

    © AFP 2016/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Hat zanîn ku fermana destpêkirina operasyona standina bajarê Rumadî yê Iraqê `bi neçarî` ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatiye dayîn.

    Îro danê sibê şer û operasyona girtina bajarê Rumadî û parêzgeha Enbarê ji aliyê artêşa Iraqê û milîsên şîe ve hat destpêkirin.

    Li go zanyariyên Rûdawê, operasyon ji saet 05:00 ve dest pê kiriye û heta niha jî didome.

    Rûdaw da zanîn ku fermana destpêkirina operasyonê bi neçarî hatiye dayîn çimkî amadekariyên operasyonê hîn xilas nebibûn, lê jiber ku çekdarên DAIŞê şeva borî êrişî hêzên Iraqê yên li nêzîkî bajarê Rumadî kiribûn, hikûmeta Iraqê operasyon da destpêkirina.

    Li gorî agahiyên Rûdawê, di şerê Rumadî de 20 hezar milîs û çekdarên eşîran her wiha 15 hezar leşkerên artêşa Iraqê beşdar bûne.

    Bajarê Rumadî yê Iraqê ku navenda parêzgeha Enbarê ye, roja 17ê vê mehê ji aliyê DAÎŞê ve hat kontrolkirin.

    Çekdarên DAIŞê şeva borî bi topan li cihên hêzên Iraqî yên li devera Xalidiye û Hebaniyê dabûn, di encamê de komek leşkerên Iraqê hatin kuştin.

    Bi heman mijarî:

    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de