18:32 27 Gulan 2017
Zindî
    Rêûresma Roja Artêşa Îranê

    Artêşa Îranê amade ye li dijî DAÎŞ`ê şer bike

    © AP Photo/ Ebrahim Noroozi
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Fermandeyê Hêzên Bejayî yên artêşa Îranê general Ehmedrêza Pûrdastan bang li Hêzên Çekdarî yên Komara Îslamî kir ku ji şer re amade bin.

    Çalakbûna çeteyên DAÎŞ`ê li Sûriyeyê û kombûna wan li Îraqê, bi taybetî jî li nêzî sînorên Îranê dibe sedema endîşeyên  Komara Îslamî. Fermandeyê Hêzên Bejayî yên artêşa Îranê general Ehmedrêza Pûrdastan ragihand, ku `terorîst êdî li nêzî sînorên me ne, lewma jî divê hêzên parastina sînoran û Zêrevanên Şoreşêa Îslamê têkevin rewşa alarmê`. 

    Di vê mijarê de sîyasetzanê îranî, karmendê berê yê balyozxaneya Îranê ya li Lubnanê Seyîd Hadî Efgahî di vê mijarê de pirsên peymanêrê Spûtnîk`ê bersivandin.

    SPÛTNÎK: Gelo bi rastî jî îro li hember Îranê metirsiyeke cidî heye? Yan jî daxuyaniya fermandeyê Hêzên Bejayî tenê pêwîstiya xurtkirin sînoran nîşan dide?

    Efgahî:  Beriya çend rojan rêberê bilind Elî Xamneyî ragihand, ku lîderên dewletên erebî yên Kendava Farsî û DYA li dû komployekî ketine û plan dikin, ku li nêzî sînorên Îranê hêzên leşkerî yên mezin kom bikin.  Fermandeyê Hêzên Bejayî general Pûrdestan jî di wê çarçoveyê de amadekariya şer îlan kir.  Îro her kes baş dizane ku DAÎŞ ne rêxistineke  xweser e, ew bi tevayî ji aliya DYA û NATO ve tê birêvebirin.  Bo nimûne, gelo, karwana leşkerî ya bi dirêjahiya 300 metran, bi tank û zirxpûşan, bi piştgiriya hewayî ya jetên amerîkî  çawa ji Reqa û Deyre Zorê bi rê dikeve û bi rehetî bajarê Palmîra (Tedmûr) dagir dike?  Wekî din, çawa karwana leşkerî ya DAÎŞ`ê  ji Reqayê ber bi Îraqê bi rê dikeve û bajarê Ramadî dagir dike û bi sedan welatiyên sîvîl qetil dike, hêzên hevpeymanî yên di bin serokatiya DYA de jî, ji bo rizgarkirina wan sîvîlan ti gav navêjin?   Ji ber  van  bûyeran jî em qaneh didibn ku li pişt DAÎŞ`ê DYA disekine û divê em hişyar bibin.  Eger DYA bîryarê bide ku DAÎŞ  êrîşî ser Îranê bike,  bê giman ewê têkeve hereketê. Divê em jê re amade bin.

     

    SPÛTNÎK: DYA rexne li artêşa Îraqê dike, ku nikare li pêşiya çeteyên DAÎŞ`ê bisekine.  Gelo, Îran dikare hem sînorên xwe biparêze, hem jî piştgiriya artêşa Îraqê bike?

    Efgahî:  Hêjayê bi gotinê ye ku  DYA bi xwe sala 2003-ê artêşa Îraqê  belav kir.  Ji xwe armanca wê ew bu ku hemû artêşên xurt ên herêmê belav bike, da ku gef li Îsrayîlê naxwin. Di serê de artêşa Îaqê, paşê ya Lîbyayê hatin tunekirin. Îro artêşa Sûriyeyê  di rewşeka dijwar de ye û hêzên hewayî yên Erebistana Suûdî  bi piştgiriya DYA derba li artêşa Yemenê didin.  Herçi rexneya serokê Pentagonê Eşton Karter a li ser artêşa îraqê ye, ew jî, ji tirsa wan tê. DYA baş dizane ku artêşa Îraqê bi piştgiriya mîlîseyên Heşda Şebî dikare DAÎŞ`ê tarûmar bike.  Her weha ew baştir dizane ku bi piştgiriya Îranê, artêşa Îraqê dikare bajarê Ramadî jî rizgar bike. Lê eger artêşa Îraqê bi serkeve, wê hingê plana DYA parçekirina Îraqê naçe sêrî. Ma hedefa wê ne  ew e ku sê artêşên dijraberê hev:  artêşa sunnî, ya şîe û ya kurdan  saz bike? 


    Bi heman mijarî:

    Îran banga parastina şûnwarên Palmîrayê dike
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev
    Îran yekemîn car piştî sizan, bêhtirîn petrol hilbirandiye
    Îran: Em hewlên dabeşkirina Iraqê şermezar dikin
    Îran dîsa di navenda baldariya şerê Yemenê de ye
    Recewî: Îran li pişt DAIŞ e
    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Îran Amerîka bi piştgirtiya çekdarên DAÎŞê tewanbar kir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de