16:23 21 Çile 2017
Zindî
    Bajarê dêrîn Tedmûr(Palmîra), Sûriye

    Îran banga parastina şûnwarên Palmîrayê dike

    © AFP 2016/ JOSEPH EID
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Welatên herêmê û rêxistinên navneteweyî gereke bêtevger nemînin û hewil bidin ku mîratên çandî-dîrokî yên li Iraq û Sûrîyeyê ji destê terorîstan rizgar bikin

    Çeteyên DAÎŞ`ê  bajarê Palmîra yê bi şûnwarên dîrokî yên bêhempa yê li Sûrîyeyê dagir kirin. Terorîstan dîmenên dagirkirina bajêr di înternetê de belav kirin. Li gor înformasyona Çavdîrîya Mafên Mirovan a Sûrîyeyê, DAÎŞ`ê tewaya bajêr bi dest xistîye. Li gor ragihandina televîzyona dewletê a Sûrîyeyê niştecîyên bajêr berî êrişa terorîstan ji bajêr hatin veguhastin. Tu guman tune ku bîrdarîyên dîrokî yên li Palmîrayê di bin tehdîda tunebûnê de ne. Îran li hember bûyerên meha Adarê bêdeng nemabû, dema çeteyên DAÎŞ`ê peyker û bîrdarîyên din ên mûzeya Mûsilê tune kirin.  Di destpêka meha Adarê de dema radîkalên îslamî bi awayeke hovane eserên li mûzeya Mûsilê şikandin û hilweşandin, Îranê nikarî li hember wê vandalîzmê bêdeng bimîne. Wek tê zanîn, Îran yek ji navendên  despêkirina şaristanîya cîhanê ye. Bi tevî ku di maweya bi hezaran salan de Îran rast bi gelek êrişan hat û dagirkeran pirtûk û bajarên wê şewitandin jî, Îranê karî di maweya 8 hezar salan de piranîya mîratên xwe yên çand û dîrokê biparêze. Ji mozoleya şahê Îranê Kîr heta mûzeya vekirî ya Persepolîsê. 

    Derbarê wê yekê de rêvebirê têkilîyên bi civakê re yê Rêxistina Mîrata Çandî, Hunerên Destkarî û Tûrîzmê ya Îranê Hamid Zîyayîperwer ji peyamnêrê Spîtnîkê re wisa ragihand:

    “UNESKO`yê Îran wek welatê asîstan ê verastkirina mîratên çand û dîrokê yên li Iraq û Sûrîyeyê destnîşan kir. Ji bo Îranê alîkarîkirina parastina mîratên çand û dîrokê yên Iraq û Sûrîyeyê rûmeteke mezin e. Me êdî bi hevalên xwe yên li Bexdad û Şamê têkilîyên bi wê pirsê ve girêdayî danane û di demeke nêzîk de plana tevgera hevbeş wê bête amadekirin”.

    Îran mîratên çandê wek mertala ewlekarîyê ya stratejîk dinirxîne û bi heman hizrê li nêzê kokên dîrokî yên welatên din dibe. Ji bo nimûne, gelek mîratên çandî yên ermenîyan li Îranê têne parastin û verastkirin. Demek berî niha sê manastirên ermenîyan yên li Îranê yên wek Stepanê Ezîz, Faddeyayê Ezîz û Dzor Dzorî derbazî di nav lîsteya mîratên çandî ya UNESKO`yê hatin kirin. Ji ber wê yekê, endîşeyên Îranê yên derbarê vandalîzma DAÎŞ`ê ya li welatên cîran çêtir tê famkirin.

    Hamid Zîyayîperwer got, ku Îran amade ye ji bo parastina şûnwarên Palmîrayê piştgirîyê bide Sûrîyeyê.

    “Palmîra yek ji bajarên herî kevin ên cîhanê ye. Ew bajar bi hêzanî dikare wek xaçerêya şaristanîyan û navenda olan bête bi navkirin. Ji ber wan taybetmendîyên xwe, ew bajar wek Mîrata Çanda Cîhanî tê bi navkirin. Ji alîyê DAÎŞ`ê ve dagirkirina Palmîrayê, li ser windabûna mîrata çand û şûnwarên wê metirsîyên gelek mezin saz dike. Îran jî ji ber wê yekê gelek endîşedar e. Ji bo me ew yek jî gelek giring e, ku bi tevî civata navneteweyî ji bo rizgarkirin û parastina mîratên dîrokî tedbîrên pêwist bistînin. Hem welatên herêmê û hem jî rêxistinên navneteweyî gereke li hember wê problemê bêtevger nemînin û hewil bidin, ku mîratên çandî-dîrokî yên li Iraq û Sûrîyeyê ji destê terorîstan rizgar bikin”.

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DAÎŞ`ê 200 kurdên êzdî şehîd kir
    DAÎŞ`ê Îtalya kir hedef?
    Nêzîkî 40 êzdî ji destê DAÎş rizgar bûn
    DAÎŞ û Talîbanê li dijî hev şer îlan kirin
    Etîketan:
    Palmîra, Rojhilata Navîn, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de