15:22 24 Îlon 2017
Zindî
    Îraq-DAÎŞ

    DAIŞ êrîşî Hesekê dike

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 710

    Çekdarên DAIŞê êrîşeke berfireh dikine ser bajarê Hesekê, şer û pevçûnên giran jî di navbera wan û hêzên rejîmê de derketine.

    Çavkaniyekê ji bajarê Hesekê îro, 23ê Gulanê, taybet ji BasNewsê re ragihand ku, êrîşa çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ji aliyê rojavayê bajêr ve bû, ku di bin kontrola hêz û çekdarên ser bi rejîma Sûriyê ve ye. Li gor çavkaniya BasNewsê, çekdarên DAIŞê otombîlên bombekirî û çekên giran di êrîşê de bikar anîne, niha jî şer û pevçûnên giran di navbera wan û hêzên rejîmê de li navçeya “Ebiyed” (15 k.m rojavayê bajarê Hesekê) berdewamin. Heman çavkaniyê diyar kir ku, kuştî û birîndar di rêzên her du aliyan de ketine, lê heta niha zanyariyên hûr di vê derbarê de nehatine bidestxistin.

    Etîketan:
    Heseke, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de