10:53 18 Çile 2017
Zindî
    Jiber teqîna li mizgefta el-Sayah li Senayê 13 kes hatin kuştin

    Li Yemen û Siûdiyê êriş li ser mizgeftên şîeyan hatin kirin

    © REUTERS/ Khaled Abdullah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 20 0 0

    Îro danê nîvro piştî limêja înê teqînek li mizgefteke şîyan li rojhilata Erebistana Siûdiyê çêbû. Herwiha xwekujekî xwe di nava mizgefteke Hûsiyên Yemenê yên şîe jî de teqand.

    Wezareta navxwe ya Erebistana Siûdiyê di daxuyaniyekê de ragihand: `Teqîn di mizgefteke bajarokê Qedîh li parêzgeha Qetîf çê bûye.`

    Di daxuyaniyê de nehatiye ragihandin, ku di teqînê de çend kuştî û birîndar hene.

    Parêzgeha Qetîf li rojhilata Erebistana Siûdiyê ye û piraniya xelkê wê li ser mezhebê şîe ne.

    Heta niha çend caran li rojhilata Erebistana Siûdiyê û li navçeyên ku şîe tê de niştecih in, xwepêşandan û alozî derketine. Şîeyên wî welatî ji hikûmeta Riyazê nerazî ne û dibêjin ew li wî welatî ji mafên xwe yên bingehîn jî bêpar in.

    Piştî xwepêşandan û aloziyên çend salê berê li bajarokên parêzgeha Qetîfê, Hikûmeta Riyazê Rêberê Olî yê şîeyên wî welatî girt û biryara îdamê jê re derxist.

    Ji aliyekî din ve, îro danê nîvro, xwekujekî xwe di nava mizgefteke Hûsiyan de li Yemenê teqand. Polîsê Yemenê ragihand: `di encama wê teqînê de 13 kes hatine kuştin.` Rêxistina DAIŞê teqîna Yemenê li xwe girt.

    Bi heman mijarî:

    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Yemen - Balafirên şer li milîsên şîe yên Hûsî dan
    Yemen- Lêdana balafiran didom e û balafirek winda ye
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Yemen- Şer gur e
    Yemen- Encumena Ewlekariyê îro dê biryarê bide
    Etîketan:
    Yemen, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de