23:19 22 Çile 2017
Zindî
    Heyder el Ebadî

    Çekên Ebadî ji Rûsyayê daxwaz dike, bikevine destê kê?

    © AP Photo/ Stefan Wermuth
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 15 0 0

    Hikûmeta Iraqê hewceyê wergirtina çekan e, lê bi deyn dixwaze

    Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî di dema serdana xwe ya Moskowê de ji Rûsyayê daxwaza çekan û alîkarîya di warê ewlekarîyê de kir. Problem di wê yekê de ye, ku Iraq çekan bi deyn dixwaze û her weha ji kompanyayên rûsî re derfetên xebata di warê neftê de pêşnîyar dike.

    Serokwezîrê Iraqê El-Ebadî bi serokwezîrê Rûsyayê Dmîtrîy Medvedev re hevdîtin pêk anî û paşê ji alîyê serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve hate pêşwazîkirin. Di hevdîtinan de mijarên pêşvebirina têkilîyên dualî yên di warê bazirganî, veberhênan û enerjîyê de hatin gotûbêjkirin. Piştî wê yekê ku DYA`yê ji Iraqê re firotina hinek cureyên çekan red kir, Iraq hêvî dike, ku wan çekan ji Rûsyayê bistîne. Buhayê wan çekên ku Iraq daxwaz dike li dora 3 milyar dolaran e û ew çek di sala 2012`yan de ji alîyê serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî el-Malîkî ve jî hatibûne xwestin.

    Serdana Heyder el-Ebadî ya ji bo Rûsyayê li Iraqê ji alîyê hinek partîyên sîyasî ve hate rexnekirin. Ji alîyê Rûsyayê ve alîkarîya leşkerî û înformasyonî ya ji bo Iraqê pozîsyona El-Ebadî dide xurtkirin. Pirs di wê yekê de ye, ka Rûsya wê bi çi awayî navgînên xwe vegerîne. Piranîya eksperan destnîşan dikin, ku îro Iraq ne dewleteke serbixwe ye û nikare piranîya xaka xwe kontrol bike. Lê, Wezareta Karên Derve û strûktûrên Civata Ewlekarîyê yên Rûsyayê rewşa li Iraqê ewqas xerab nanirxînin û amede ne şerê li dijî DAÎŞ`ê de alîkarîya wî welatî bikin. Wisa dîyar e, ku ji alîyê Iraqê ve hinek garantîyên di warê enerjîyê de ji Rûsyayê re hatine raberkirin. Ew yek jî ne tesaduf bû, ku Heyder el-Ebadî li Rûsyayê bi serokên kompanyayên neftê ``Gazprom Neft``, ``Lûkoyl``, ``Sûboz Oil Sunset Gas``ê re hevdîtin pêk anîn. Hêjayê bi destnîşankirinê ye, ku baresteya bazirganîya di navbera herdu welatan ya di wan salên dawîyê de bi çend caran ve zêdetir bûye.

    Îraq dixwaze çekan ji Amerîkayê bikire
    © AP Photo/ Khalid Mohammed

    Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Rûsyayê Bûrhan Aso li ser wê nêrîne ye, ku Iraq hewceyê alîkarîya çekan a demildest e. Aso burhan got, ku “Hikûmeta Iraqê hewceyê alîkarîya çekan e, lê wisa dîyar e ku wan çekan wê bi deyn bixwaze”.

    Zanyarê ji Navenda Ewlekarîya Navneteweyî ya Akademîya Zanistê ya Rûsyayê Stanîslav Îvanov jî li ser heman nêrînê ye:

    “Armanc zelal e. Heyder El Ebadî demek berî niha serdana Waşîngtonê kir û daxwaza çekan kir. Bi tevî derfetên potansîyel ên Iraqê jî Ebadî ew çek deyn xwestin. Lê, Ebadî li Waşîngtonê bi awayeke sar hate pêşwazîkirin. Ji ber ku Obama ji wî daxwaz dikir, ku rewşa sîyasî ya li hundurê welat verast bike. Her weha pirseke din jî ew e, ku ew çekên Ebadî daxwaz dike, wê bikevine destê kê? Ji ber ku Iraq îro ne xwedî artêşeke bi pergal e. Li iraqê kurd û milîsên şiî li dijî DAÎŞ`ê şer dikin. Di wê rewşê de nikarin çekan bidine artêşeke belav a di her firsendê de enîyên şer terk dike û direve.Gereke li Iraqê artêşeke ji sifirê ya nû bête avakirin, û ji bo wê jî çend sal wext pêwist in. DYA ji wê yekê ditirse, ku çek dikarin bikevine destê milîsên şiî. Têkilîyên Rûsya û Iraqê gereke baştir bin, ji ber ku ew welat hevalbendê me û hevkarê me yê stratejîk e. Di havîna sala par de dema Iraq rast bi êrişa DAÎŞ`ê hat, Rûsyayê bi awayeke lezgîn çek gihandin Bexdadê. Lê, niha rewş hinek cuda ye. Rûsya niha di nav krîzeke aborî-fînansî de ye. Ji ber wê yekê Rûsya nikare bi deyn yan jî beleş çekan bide Iraqê”.

    Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî
    © REUTERS/ Ahmed Saad

    Moskow dixwaze têkilîyên xwe yên bi Iraqê re pêşvetir bibe. Ji ber rewşa şer a bi DAÎŞ`ê re jî dixwaze alîkarîya leşkerî bide Iraqê û ew yek jî piştî hevdîtinên li Moskowê hate ragihandin. Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, ku "Ji ber wê yekê ku Iraq, Sûrîye û Misir îro şerê terorîstan dikin, em nikarin ji bo dana çekan hinek şertan li ser wan ferz bikin. Ji bilî wê jî Iraq endamê OPEK`ê ye û em dikarin li hev bikin". Ji ber têkilîyên baş, Rûsya dikare ji bo çareserkirina problemên navxweyî jî alîkarîya Iraqê bike û bi herêma Kurdistanê re jî têkilîyên xwe pêşve bibe. Kompanyayên rûsî li ser Herêma Kurdistanê gelek balkêş in. Rûsya dikare ji bo tevgera li Iraqê û derbazkirina xeta xwe ya sîyasî ya li Rojhilata Navîn derfetên baş bi dest bixe.
      

    Bi heman mijarî:

    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Ebadî fermandeyê polîsê parêzgeha Enbarê ji kar dûrxist
    Ebadî bi serdanek fermî gihişt Rûsyayê
    Hûrgiliyên derbarê Destberdan Ebadî ji Kar
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Iraq, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de