23:21 22 Çile 2017
Zindî
    tv-televîzyon

    Bexda televizyoneke kurdî vedike

    © Flickr/ flash.pro
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Parlamentoya Iraqê jibo vekirina kanalek kurdî dest bi hewldanan kir.

    Cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed îro ligel komîsyona ragihandin û rewşebiriyê li ser mijara `Yasaya Tora Medyaya Iraqê` gotebêjkir. Tê pêşbînîkirin ku di çarçoveya pêşnûmeya yasayê de kanalek a kurdî jî vebe.

    Serokê komîsyonê Ebdulwehap Elî ji Rûdawê re diyar kir ku wan ligel serokê parlamentoyê û cîgirên wî biryar dane yasa beriya meha Ramazanê were pesendkirin.

    Ebdulwehap Elî wiha got: `me diyar kir ku divê tora medyayê azad be. Kanalên fermî yên Iraqê divê niha ne wekî di serdema Malikî de bibe kanalên partiyan.`

    Pêşnûmeya Yasaya Tora Medayaya Iraqê jiber sedema gengeşeyan çend sal in di parlamentoyê de nehatiye derbaskirin.

    Elî da zanîn ku  wan saziyên medayaya Brîtanya û Almanyayê mînak stadine û pêşnûmeya yasayê amadekirine.

    Li gorî pêşnûmeyê divê bi zimanên fermî weşan li Iraqê pêk were. 

    Tora Medyaya Iraqê piştî hilweşandina rejima Sedam Hisên sala 2003yê ji aliyê Amerîkayê ve hat avakirin. Di vê tora medyayê de çend radiyo û televîzyon weşanê dikin. Kanala bi navê Etyaf berê bi kurdî, tirkmanî û suryanî weşan dikir, lê piştre hat girtin.

    Bi heman mijarî:

    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de