18:15 29 Gulan 2017
Zindî
    Tedmur

    TEDMUER- Deriyê dawî bi Iraqê re ket destê DAIŞê

    © Sputnik/ Alexandr Makarov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 3 0 0

    Çekdarên rêxistina DAIŞê piştî ku dest danîn ser bajarê Tedmurê, deriyê Tinifê yê sînorî yê di navbera Iraqê û Sûriyê de xistin bin destê xwe. Herwiha Serokê Fransayê, Francoise Hollande jî dixwaze civaka navdewletî ji bo parastina şûnwarên Tedmurê tevbigere.

    Li gor çalakvanên Sûriyê, çekdarên DAIŞê derengiya şevê din dest danîn ser deriyê Tinif (Welîd) yê girêdayî bajarê Tedmurê.

    Bi vê yekê jî ti deriyekî sînorî yê di navbera Iraq û Sûriyê de di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de nemaye.

    Ji aliyê xwe ve, serokê Fransayê, Francoise Hollande kontrolkirina Tedmurê ji aliyê DAIŞê ve wek gefekê li ser şûnwarên wî bajarî da zanîn û xwest cîhan bi tevahî jibo parastina wan şûnwaran tevbigere.

    Hollande wiha got: `şûnwarên Tedmurê beşek ji şûnwarên mirovayetiyê ne.`

    Çekdarên DAIŞê di 13ê vê mehê de êrişî bajarê Tedmurê kirin û dest danîn ser bajarokê Suxne, herdu zeviyên gazê yên Erk û Hêl, gundê Amiriye û bajarê Tedmurê.

    Bi gotina çalakvanên dijbereya Sûriyê, di encama şer û pevçûnên li Tedmurê û derdora wê de zêdetirî 241 leşkerên artêşa Sûriyê û çekdarên alîgirên wê, herwiha zêdetirî 150 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    `Nîvê axa Sûriyê di dest DAIŞê de ye`
    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Amerîka û Rûsya ji bo krîza Sûriyê dicivin
    Obama: Emê sînorekî ji kilora Sûriyê re deynin
    35 çekdarên Hizbulla li Sûriyê hatin kuştin
    Şerekî giran li Qelemona Sûriyê berdewam dike
    Rûsya û Amerîka derbarê Sûriyê karekî dikin
    Îtilafa Sûriyê beşdarî civîna Cenêv3 nabe
    Perwerdekirina dijbereya Sûriyê dest pê kir
    `60 hezar çekdarên Îranî li Sûriyê ne`
    Nûnerên 40 komên Sûriyê beşdarî Cenêv-3 dibin
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Rûsya çekan dide Iraq û Sûriyê
    463 Medyakar li Sûriyê hatine kuştin
    Avakirina navçeya tampon li Sûriyê ket rojevê
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    6 hezar kes ji Ewropa çûne Sûriyê
    Hikûmeta Sûriyê wê alîkariya Kampa Yermûkê bike
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de