06:48 24 Cotmeh 2017
Zindî
    DYA Kapîtolî Waşîngton

    DYA bandora xwe ya li Rojhilata Navîn winda dike

    © Sputnik/ Igor Mikhalev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Kê ew maf daye Kongreya DYA`yê ku çarenûsa welateke serwer kifş bike?

    Sîyasetmedarê bi bandor û pêşbazê berê yê Barak Obama yê hilbijartinên serokkomarîya DYA`yê senator Con Makkeyn di hevpeyvîna bi MSNBC`yê re ragihand, ku ``Xeletîyên Barak Obama yên li Rojhilata Navîn bû sedemê wê yekê, ku înîsîyatîva DYA û hevalbendên wê ya li Rojhilata Navîn derbazî Îranê bû û îro rewşa li Iraq, Sûrîye, Lubnan û Yemenê di bin kontrola wê de ye``.

    Senator her weha destnîşan kir, ku yek ji problemên herî giring ên DYA li Rojhilata Navîn rast lê hatî ew e, ku hevalbendên potansîyel Erebistana Siûdî û Tirkîye tehdîda ji Îranê ji ya DAÎŞ`ê xetertir dibînin. Li gor gotinên senator, ew herdu welat ji bandora Îranê ya li herêmê gelek endîşedar dibin. Gelo di rastîyê de jî Îran 4 paytextên welatên ereb kontrol dike? Sîyasetzanê îranî û eksperê li ser problemên Rojhilata Navîn, edîtorê Ajansa Nûçeyan MehrNews`ê Hesen Xanîzade di hevpeyvîna bi Spûtnîk Persianê de li ser wê mijarê wisa ragihand:

    "Eger em wê yekê berbiçav bikin, ku  Con Makkeyn nûnerê bloka komarîyên radîkal û her weha endamê ``lobîya sîonîst`` a Kongreya DYA`yê ye, pozîsyona wî ya negatîv û bi pêşdaraz a li hember Îranê wê çêtir bête famkirin. Îran ji ber wê yekê bandora xwe ya li herêmê dide zêdekirin, ku ji DYA`yê cudatir bi têkilîyên gelên li herêmê re rêbazên aştîyane hildibijêre. Ji roja 11`ê Îlona sala 2011`yan ve DYA li hember welatên herêmê, bi taybet jî li hember Iraq, Afganistan, Sûrîye û Lîbyayê sîyaseteke êrişkar dimeşîne û hêza leşkerî bikar tîne. Her weha piştgirîyê dide tevgerên leşkerî yên Îsraîl û Erebistana Siûdî û ew yek jî dibe sedemê bertekên mezin ên li hember amerîkîyan. Welatên rast bi êrişên DYA`yê tên, ji bo parastina xwe nêzîkî Îranê dibin û wê wek hevkareke pêbawer dibînin. Ez li ser wê bawerîyê me, ku piştî demekê ne tenê li Rojhilata navîn, lê her weha li Rojhilata Asyayê jî DYA wê bandora xwe winda bike".

    Ala Îranê
    © Sputnik/ Grigory Sisoyev

    Li gor ragihandina eksper, têkilîyên hevalbendîyê yên bi Îranê re ji bo welatên herêmê hilbijartineke bîrewer e. Îranê li ser 4 paytextên welatên herêmê kontrola xwe dabîn nekirî ye. Ji ber wê yekê îdayên senator Makkeyn bêbingeh û bêwate ne. Hesen Xanîzade wisa berdewam dike:

    "Gelên herêmê û hikûmetên wan bi îradeya xwe ya azad ve alîyê Îranê hildibijêrin. Ji ber ku Komara Îslamî wek DYA`yê sîyaseta zorê bikar nayne. Demek berî niha Kongreya DYA`yê plana perçekirina Iraqê û plana tunekirina rejîma Sûrîyeyê raber kir. Êrişa DYA`yê ya li ser Iraqê ya dawîyê ne tenê destêwerdana leşkerî, lê her weha binpêkirina hiquqa navneteweyî ye jî. Em pirsekê dikin: kê ew maf daye Kongreya DYA`yê ku çarenûsa welateke serwer kifş bike? Îran li hember wê yekê bertekê nîşan dide. Senator Makkeyn gereke yek tiştî fam bike: zêdebûna bandora Îranê ya li herêmê, encamê nefreta gelên herêmê ya li dijî DYA`yê ye".

    Bi heman mijarî:

    Sûriyê û Îran çend rêkeftin di ware Ênerjiyê de îmzekirin
    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev
    Îran yekemîn car piştî sizan, bêhtirîn petrol hilbirandiye
    Îran dîsa di navenda baldariya şerê Yemenê de ye
    Îran Qendîlê topbaran dike
    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, DYA, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de