01:11 19 Çile 2017
Zindî
    Heyder el Ebadî

    Ebadî bi serdanek fermî gihişt Rûsyayê

    © AP Photo/ Stefan Wermuth
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 7 0 0

    Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî duh danê êvarî bi serdaneke fermî gihişt Moskoyê. Biryar e li wir dosyeya leşkerî û ewlehiya Iraqê ligel rayedarên vî welatî gotûbêj bike.

    Li gorî daxuyaniya ofîsa serokwezîrê Iraqê, biryar e Ebadî di vê serdana xwe de ligel Serokê Rûsya Vladîmêr Putîn bicive û derbarê akîkariyên leşkerî û ewlehî di navbera Iraq û Rûsyayê de, herwiha jinavbirina DAIŞê gotûbêj bikin. Her wiha, pêwendiyên xwe yên di warê enerjiyê, aborî û veberhênanê de bihêztir bikin.

    Wezîrê navxwe, elektrîkê, veguhestinê, rewşenbîrî û çend şêwirmendên din ligel Ebadî serdana Rûsyayê dikin. Serdan wê rojekê dirêj bike.`

    Hevdem berdevkê ofîsa serokwezîrê Iraqê, Sead Hedîsî ragihand: `di vê serdana Ebadî de wê dosyeya ewlehiyê, biçekirina hêzên Iraqê û peydakirina pêdviyan ji artêşa Iraqê re bo jinavbirna DAIŞê, werin gotûbêjkirin.`


    Bi heman mijarî:

    Hûrgiliyên derbarê Destberdan Ebadî ji Kar
    Ebadî gefan li DYA dixwe
    Ebadî wê îro çi ji Obama bixwaze
    Ebadî diçe Amerîkayê
    Etîketan:
    Rûsya, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de