15:22 24 Îlon 2017
Zindî
    Kerkûk

    Tirkiye dixwaze konsulxaneyên xwe li Kerkûk û Besrayê veke

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Tirkiyê daxwaz ji Iraqê kir jibo rê bide wî welatî da ku konsulxaneya xwe li bajarên Kerkûk û Besrayê veke.

    Ev daxwaz di civîna balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Farûk Kaymakçî ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî de hat kirin.

    Ofîsa çapemeniyê ya Wezîrê Derve yê Iraqê di daxuyaniyeke de ragihand ku di civîna navbera Îbrahîm Ceiferî û balyozê Tirkiyê de, bi awakî serke parastina berjewndiyên her du welatan û rewşa ewlehiya Iraqê hatin giftûgokirin.

    Li gor wê daxuyaniyê, di civînê de Ceiferî gotiye, niha Iraq pêdivî bi alîkariya tev welatên cîhanê û cîranan heye da ku ji aliyê leşekerî ve alîkariya Iraqê bikin, ji bo ku artêş û hêzên ewlehiyê yên wî welatî bikaribin şerê DAIŞê bikin û bi ser kevin.

    Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin, ku balyozê Tirkiyê daxwaz ji Wezîrê Derve yê Iraqê kiriye ku Bexda razî bibe jibo Tirkiye konsulxaneyên xwe li bajarên Kerkûk û Besrayê veke.


    Bi heman mijarî:

    Polîsên Tirkiyê dijî xwepêşanderan av û gazahêsirbaranê bikaranîn
    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    2 DAIŞî li Tirkiyê hatin girtin
    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Etîketan:
    TIrkiye, Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de