11:28 23 Çile 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî serdana Urdinê dike

    © AFP 2016/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 27 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sibe wê serdana welatê Urdinê bike. Barzanî di vê serdana xwe de wê beşdariyê di kongreyeke aborî de bike.

    Li gor zanyariyên Rûdawê, sibe Pêncşembê, Barzanî bo beşdarîkirina di kongreya aborî ya Behra Mirî de diçe Urdinê.

    Barzanî wê di vê serdana xwe de ligel Şahê Urdinê, Ebdullah û çend berpirsên pilebilind ên wî welatî hevdîtinan pêk bîne.

    Biryar e kongreya aborî ya cîhanî li rexê rojhilatê Behra Mirî di rojên 21 heta 23 vê mehê di bin navê `dîtina çarçoveyeke herêmî nû bo geşepêdan, aştî û hevkariya di navbera sektora taybet û ya giştî` bê li darxistin.

    Di vê kongreyê de, jibilî Serokê Herêma Kurdistanê, nêzîkî hezar kesayetî ji serkirdeyên dewletan, siyasetmedar, sermiyandar û bazirganên 50 dewletan wê beşdarî vê kongreyê bibin.


    Bi heman mijarî:

    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Etîketan:
    Kurdista
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de