03:42 27 Gulan 2017
Zindî
    Yemen opêrasyona hêzên hewayî

    Yemen - Balafirên şer li milîsên şîe yên Hûsî dan

    © AP Photo/ Hani Mohammed
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Balafirên şer ên hevpeymaniya Erebî ya bi rêberatiya Erebistana Siûdî, li depoyên çek û cebilxane û baregehên çekdarên Hûsî û hêzên alîgirên serokomarê berê yê Yemenê Elî Ebdullah Salih dan.

    Li gor nûçeya Al Arabiya, balafirên şer yên hevpeymaniya Erebî, navenda leşkerî ya Elseyfî, zanîngeha teknîkî û balafirxaneya Seide ya li bakurê Yemenê bombebaran kirin.

    Her wiha, hêzên asmanî yên hevpeymanan navend û baregehên çekdarên Hûsî li navçeya Zencbar û navenda leşkerî ya Fewca 15 a hûsiyan kirine armanca êrişên xwe.

    Li gor zanyariyên Al Arabiya, şer û pevçûneke dijwar li bajarê Lodir ê Yemenê jî di navbera hêzên ser bi Elî Ebdullah Salih û çekdarên Hûsî ji aliyekî û hêzên bergiriya niştîmanî yên Yemenê de qewimiye.


    Bi heman mijarî:

    Yemen- Lêdana balafiran didom e û balafirek winda ye
    Berpirsekî Îranî: Iraq, Sûriyê û Yemen wê parçe bibin
    Yemen- Şer gur e
    Yemen- Encumena Ewlekariyê îro dê biryarê bide
    Etîketan:
    Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de