09:37 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Heyder el Ebadî

    Eksperê îranî: `Baştir e Îraq alîkariya ji rojava jibîr bike`

    © AP Photo/ Stefan Wermuth
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Herçend DYA Îraqê bi sê beşan: sunnî, şîe û kurdan dabeş kiribe jî, Kongre di bîryara dawî ya de pêgirî vê rastiyê ne ma. Ev yek diyar dike ku her çi be jî, planên DYA ya li ser Îraqê hene.

    Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî di van de   ji bo hevdîtina li gel serok Vladîmîr Pûtîn  wê serdana  Moskowê bike.  Bi îhtîmaleke mezin pirsa hinartina çekan ji bo artêşa Îraqê jî wê têkeve rojevê.  Piştî hilweşîna artêşa berê ya Îraqê, hedefa Amerîkayê ew bû ku artêşa Îraqê  bi çek û teknîkên xwe ji sifrê damezrîne. Lê belê di encamê guşarên ji aliya monarşiyên erebî yên Kendava Farsî  de çekên amerîkî, ku diravê wê jî hatibû razandin, ne şandin Îraqê. 

    Monarşiyên ereb ên Kendavê tekez dikin, ku divê Îraq careke din ne gihêje bi potensiyala xwe ya leşkerî ya berê. Li gorî nêrîna wan, divê Îraq her tim di nava pevçûnên navxweyî de be, da ku hizra dagirkeriyê jibîr bike. Xuyaye  xeyaleta Seddam hê jî li peravên Kendavê  digere…

    Îran çendîn car hişyarî  dabû serokwezîrê berê yê Îaqê Nûrî Malîkî, da ku xwe nespêre bi DYA,  ji ber ku di dema herî pêwîst de ewê dê piştgiriyê nade. Lê wê demê Malkî îsrar kir, ku divê peywendiyên nêz li gel DYA hebe, bi taybetî jî di warê berevanî û ewlekariyê de.  Wî xwest ku hevsengî di navbera peywendiyên bi Waşîngton û bi  Tehranê de biparêze.  Lê dema ku DAÎŞ`ê hicûmî ser Bexdayê kir, Waşîngton piştgiriya leşkerî ne da.  Eger Îran û Rûsya di dema xwe de piştgirî nedana, wê Bexda li ber kujerên DAÎŞ`ê li ber xwe ne dida.

     

    Xelefê Malîkî Heyder Ebadî jî  hewil dida ku di peywendiyên Bexda û Tehran, Waşîngton û Moskowê de hevsengiyê biparêze, heta li gel Riyadê jî têkeve diyalogê.  Lê  di `eniya rojava` ya şerê li hember DAÎŞê  de tu guhertin rû ne da û aşkere bû ku li ser hinartina çekan  lihevkirina li gel DYA û hevpeyamnên wî bê wate ye.

    Dema DAÎŞ`ê  êrîşî ser bajarê Ramadî kir,  artêşa Îraqê çendîn car daxwaz ji hêzên hevpeymaniya navnetewî kir ku ji hewayê piştgiriya wan bidin. Lê firokeyên hevpeyman tenê 30 êrîş pêk anîn û piraniya wan jî, li gorî gelek jêderan,  vala bûn.  Lewma, jî xuyaye,li Îraqê êdî pê bawer bûn, ku DYA û hevpeymanên wê nexwazin DAÎŞ tune bikin. 

    Balkêş e ku dagirkirina Ramadî û  bîryara Kongreya DYA, a  li ser `dabeşnekirina` Îraqê bi sê beşan, di eynî demê de qewimîn. Gelo çima? Ji ber ku  nûnerên sunnî yên li parlamnetiya Îraqê  helwêsta xwe li hember mîlîseyên şîe `Heşde Şebî` guhert û  ji Ebadî daxwaz kir ku piştgiriya wan yekîneyan bide.  Her weha hêjayê bi bîrxistinê ye ke di wan mehên dawî de gelek hêzên sunnî, kurdên êzdî û heta mesîhî  tevli yekîneyên Heşda Şebî bûn.

    Lewma jî Bexda bîryar da ku  alîkariya leşkerî ji dewletekî hîn ewle bixwaze û ji Îranê jî daxwaz bike ku perwerdehiya leşkerî bide şervanên `Heşda Şebî`. 

    Bi heman mijarî:

    DAÎŞ û El-Qaîde projeyên DYA`yê ne
    Îraq: Koalîsyonê `kesê didwan` di nav DAÎŞ de tunekir
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de