18:37 27 Gulan 2017
Zindî
    Leşkerên Sûrî li kolanên bajarê Homsê

    Şerê li Sûrîyeyê hêj demeke dirêj berdewam bike

    © Sputnik/ Igor Lotsman
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 24 0 0

    Tirkîye û Erebistana Siûdî alîkarîya hêzên radîkal dikin û hewl didin li Sûrîyeyê hikûmeteke sunnî ava bikin

    DYA ji alîyekê ve, Tirkîye û Erebistana Siûdî ji alîyeke din ve hewl didin aresteya şerê navxweyî ya Sûrîyeyê bidine guhertin. Lê, armancên wan jî wek ên komên çekdar ên li Sûrîyeyê cuda ne. Serokê DYA`yê Barak Obama li xwe mukur hat, ku konflîkta li Sûrîyeyê bi rîyên leşkerî ve nikare bête çareserkirin.

    Bi piştgirîya Tirkîye û Erebistana Siûdîyê hêzên çekdar ên radîkal rewşa li enîya şer guherandin, li Îdlîbê hêzên hikûmetê têk birin û gihaştin sînorê herêma Lazkîyeyê. DYA`yê ji bilî êrişên hewayî, li Sûrîyeyê dest bi operasyonên taybet ên bejayî jî kir. Lê, wan operasyonan heta niha bandor li hevsenga hêzê ya li Sûrîyeyê nekirî ye. Ji ber ku hemû alîyên li Sûrîyeyê şer dikin ji alîyê dewletên bîyanî ve têne piştgirîkirin. Ew yek jî konflîktê kûrtir  dike.

    Eksper û sîyasetzan rewşa li Sûrîyeyê wek karesat bi nav dikin. Lê, her weha wê yekê jî destnîşan dikin, ku bi piştgirîya Îran û Hizbullahê, hikûmeta Beşar Esad dikare demeke dirêj li ber xwe bide. Şerê piralî yê li Sûrîyeyê rewş veguherandîye rengeke wisa, ku ne rejîma Beşar Esad û ne jî opozîsyon nikarin li tewaya hikûm bikin. Eksperê Navenda Lêkolînên Stratejîk Begîn – Sadatê Prof. Eytan Gîlboa di wê derbareyê de wisa ragihand:

    “Hemû pêşpînîyên derbarê şerê navxweyî yê Sûrîyeyê û çarenûsa Beşar Esad de vala derketin. Ez dixwazim bi bîr bînim, ku di destpêka şerê navxweyî de gelek pêşbînîyên wisa hebûn, ku di maweya çend hefeyan de Beşar Esad wê bête tunekirin. Lê, bi saya destêwerdana Îran û Hizbûllahê hêza hevsenga zêde ne hate guhertin. Tirkîye û Erebistana Siûdî jî destêwerdanîyê dikin, alîkarîya hêzên radîkal dikin û hewl didin hikûmeteke sunnî ava bikin. Lê, ez hêzeke sunnî ya wisa xurt nabînim, ku bikaribe li tewaya Sûrîyeyê hikûm bike. Li Sûrîyeyê gelek komên li dijî hev hene û yek ji wan jî nikare bi ser keve. DAÎŞ – dijminê Tirkîye û Erebistana Siûdîyê ye, lê hêza xwe hem li Iraq û hem jî li Sûrîyeyê belav kirî ye. Ji ber wê yekê nikare li Sûrîyeyê bi ser keve.

    Her welatek xwedî bernameya xwe ya taybet e. Welatên ku alîkarîya hevdu dikin, dikarin tenê di yek pirsê de hevkarîyê bikin û di pirsên din de cuda bikevin. Ji bo nimûne, ne tenê Beşar Esad, lê her weha kurd jî Tirkîyeyê gelek endîşedar dikin. Tirk ji wê yekê ditirsin, ku kurd li Sûrîyeyê bi hêz dibin û dikarin berê xwe bidine Tirkîyeyê jî. Tirkîye her weha ji ber DAÎŞ`ê jî gelek endîşedar e. Ez wisa difikirim, ku eger daxwaza Tirkîyeyê ya sazkirina herêma tampon bête bi cihanîn, Îran û Hizbûllah jî dikarin heman daxwazê bikin. Ew yek jî wê gelek xetereyan bi xwe re bîne”.

    Analîzên eksperan û tevger û sîyaseta welatên bi şerê li Sûrîyeyê ve têkildar nîşan didin, ku ew şer wê hêj demeke dirêj berdewam bike. Elbet, her hêzek wê hewl bide ku hola xwe ya bandorê bide berfirehkirin û ji bo wê yekê jî hewceyê alîkarîya derve ne. Ew yek jî şerê li Sûrîyeyê wê zêdetir vedigerîne konflîkteke enternasyonal.

    Etîketan:
    Rojhilata Navîn, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de