20:12 29 Gulan 2017
Zindî
    Bajarê Bexda

    60 hezar çekdarên şîe li nav Bexdayê bi bûne

    © Sputnik/ Igor Mikhalev
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Komîteya Ewlehiyê di Encumena Parêzgeha Bexdayê ragihand ku asayiş û ewlehiya bajarê Bexdayê bi temamî parastiye û piştî pêşhatên dawî li parêzgeha Enbarê tu -gef li ser bajêr çênebûye.

    Endamê Komîteya Ewlehiyê di Encumena Parêzgeha Bexdayê, Sead Metlebî ragihand: `hinek şirovekar û pisporên şer dibêjin ku metirsî li ser Bexdayê heye, lewma hikûmeta Iraqê hêza bi navê (B) şand parêzgeha Enbarê, lê ev yek ne rast e jiber ku 60 hezar çekdarên Heşdul Şeibî li nava Bexdayê ne.`

    Sead Metlebî wiha got: `tenê % 5ê ji hêza Heşdul Şeibî bo bajarê Rumadî hatine veguhestin û % 95 ji wan li nava Bexdayê asayiş û ewlehiyê diparêzin.`

    Çekdarên rêxistina DAIŞê di çend rojên borî de li parêzgeha Enabarê pêşve çûn û bajarê Rumadî kontrol kirin.

    Rêxistina DAIŞê îro vîdyoyek belav kiriye ku tê de dengê Ebûbekir Bexdadî jî hatiye tomarkirin. Bexdadî behsa şerê Rumadî û girtina wî bajarî ji aliyê DAIŞê ve dike û dibêje, piştî Rumadî dora Bexda û Kerbelayê ye.

    Bi heman mijarî:

    Serxwebûna Kurdistanê, Bexda ji Mecaristanê hêris kir
    Li Bexda 4 teqîn rûdan
    Bexda û Hewlêr nêzî hev diibin
    Etîketan:
    Îraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de