12:56 20 Çile 2017
Zindî
    Pêşmerge - operasyon - Mûsil

    Helwesta Xaminêyî li ser çekdarkirina Pêşmerge û sunniyên Iraqê

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Rêberê Îranê Elî Xaminêyî biryara Kongreya Amerîka ji bo çekdarkirina hêzên Sunnî yên Iraqê û hêzên Pêşmerge wek `derxistina nakokiyan` di navbera şîe û sunniyan de da zanîn.

    Li gorî medyaya Îranê, Xaminêyî roja 4ê vê mehê bi komîteya organîzekirina konferansa bi navê `Pêşmergeyên Misilman ên Kurd` (pasdarên kurd) re civiyabû. Naveroka axaftina Xaminêyî duh di konferansê de hat xwendin. Konferans li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin.

    Xaminêyî di wê civînê de pesnê pasdarên kurd da û got ku pêşmergeyên misilman ên kurd diçûn şer û komên neyarên şoreşê (qesta wî partiyên Rojhilatî ye) malbatên wan tehdîd dikirin. Lê wan xortan bi mêrxasî şer dikirin û guh nedidan wan.

    Rêberê Îranê her wiha behsa nakokiyên navbera şîe û sunniyan jî kir û got ku ezmûna Brîtanya di vî warî de gellekî zêde ye, lê Amerîka jî niha vê yekê dike çimkî Kongreya wî welatî biryar daye jibo pişta sunniyên Iraqê bigire. Gelo birastî Amerîka ji sunniyan hez dike?

    Li gorî Xaminêyî, Amerîka ji îslamê hez nake û nakokiyên mezhebî û etnîkî ji bo derxistina aloziyan bikar tîne.

    Beriya niha Kongreya Amrîkayê ji hikûmeta wî welatî xwestibû, pişka çek û alîkariyên leşkerî yên Pêşmerge û sunniyên Iraqê yekser bide wan.

    Bi heman mijarî:

    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev
    Îran yekemîn car piştî sizan, bêhtirîn petrol hilbirandiye
    Îran: Em hewlên dabeşkirina Iraqê şermezar dikin
    Îran dîsa di navenda baldariya şerê Yemenê de ye
    Recewî: Îran li pişt DAIŞ e
    Îran Qendîlê topbaran dike
    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Gerek din a dansûstandinên Îran û welatên rojava destpê dike
    Îran Amerîka bi piştgirtiya çekdarên DAÎŞê tewanbar kir
    Australiya û Îran wê zanyariyên derbarê têrorîzmê bihevbiguherin
    Îran piştî S-300`an dikare S-400 û `Antey-2500`an jî bikire
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Îran amadekarîyên rabûna ambargoyan dike
    Etîketan:
    Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de