10:01 19 Cotmeh 2017
Zindî
    Îran

    Xaminêyî Behrêyn û Îran berda hev

    © AP Photo/ Ronald Zak
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Jiber daxuyanî û gotinên Xaminêyî, pêwendiyên Îran û Behrêynê aloztir bûn.

    Rêberê Îranê Elî Xaminêyî roja îniya borî (16ê mehê) gotibû, gelên Behrêyn, Filistîn û Yemenê gelên mezlûm in û heta ji destê Îran were wê pişta wan bigire û bi zaliman re şer bike.

    Helbet qesta Xaminêyî ji gelên wan welatan, welatiyên şîe bû.

    Piştî rojekî ji gotinên Xaminêyî, hikûmeta Behrêynê gazî nûnerê Îranê li wî welatî kiribû û nerazîbûna xwe li hember gotinên Xaminêyî nîşan dabû.

    Hikûmeta Behrêynê ragihand ku Îran bi vê yekê destê xwe dixe nav karê me û pîvanên navdewletî binpê dike.

    Piştî wê hişariya Behrêynê, Îranê jî bangî nûnerê Behrêynê li Tehranê kir û `bi tundî` nerazîbûna xwe li hember helwesta hikûmeta wî welatî nîşan dabû û jê re gotibû `bila rayedarên Behrêynê zimanê xwe rast bikin`.

    Pêwendiyên Îran û Behrêynê piştî xwepêşandanên `Bihara Erebî`, bi taybet dema xwepêşandana şîeyên Behrêynê ji aliyê hikûmeta wî welatî ve hat serkutkirin, aloz bibû.

    Bi heman mijarî:

    Îran yekemîn car piştî sizan, bêhtirîn petrol hilbirandiye
    Îran: Em hewlên dabeşkirina Iraqê şermezar dikin
    Îran dîsa di navenda baldariya şerê Yemenê de ye
    Recewî: Îran li pişt DAIŞ e
    Îran Qendîlê topbaran dike
    Îran: Dorpêçana Erebistana Siûdiyê ji Yemenê re wê bê bersev nemîne
    Gerek din a dansûstandinên Îran û welatên rojava destpê dike
    Îran Amerîka bi piştgirtiya çekdarên DAÎŞê tewanbar kir
    Australiya û Îran wê zanyariyên derbarê têrorîzmê bihevbiguherin
    Îran piştî S-300`an dikare S-400 û `Antey-2500`an jî bikire
    DYA-Îraq-Îran: Şîrîktiya neragihandî
    Îran amadekarîyên rabûna ambargoyan dike
    Etîketan:
    Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de