20:14 29 Gulan 2017
Zindî
    Sûriye, Îdlîb îМужчина бежит с раненым ребенком на руках после обстрела в районе города Идлиб

    Gelo hêzek heye ku dawî li şerê Sûriyeyê bîne?

    © REUTERS/ Ammar Abdallah
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    Vadîm Makarenko
    0 32 0 0

    Yek ji mijarên giring ên lûtkeya dewletên erebî û DYA yên li Camp David`ê rewşa Sûriyeyê bû. Bi niyeta hilweşandina rejîma Beşar Esed, ew hizir kikin, ku bandora Îranê li herêmê sînordar bikin.

    Ji ber rewşa dijwar a li Rojhilata Navîn, di encamê lûtkeya dewletên erebî û DYA de  hevpeymaniyeke leşkerî ne hat sazkirin.  Lê belê bi lûtkeyê re di navbera dewletên Kendava Farsî û DYA de di warê ewlekariyê de qonaxeke nû ya hevkariyê  hat destpêkirin.  Lê pirsa herî sereke dîsa jî ew dimîne, gelo, hevpeyamaniya nû, heta bi piştgiriya Tirkiyê re wê bikaribe dawî li şerê navxweyî ya li Sûriyeyê bîne?

    Li gorî nêrîna Eytan Barak, karmendê Zankoya  Cihuyan a li Qudsê,  eksperê di warê peywendiyên navneteweyî de, pêwîstî bi hêzeke ji derve heye, da ku hêzên dijraber ên li Sûriyeyê  ji hev veke û dawî li kuştina mirovên sîvîl bîne:

    Sûriye, şerê navxweyî
    © REUTERS/ Ammar Abdullah

    "Di vê şerê navxweyî de heta niha zêdetirî ji 250 hezar kes miriye.  Tu hêvî tune ku di demekî nêz de pevçûna di navbera sunnî û elewiyan de  çareser bibe,  lewma jî divê  di rewşa niha de  hevsengiyeke, an ku  statîkoyeke bê peydakirin, da ku pêşiya qetliyaman bê girtin.  Di vê wateyê de rewşa îroyîn a Sûriyeyê,  dişibe rewşa dagirkirina Bakûrê Qibrisê di sala 1974-an de  ji aliya Tirkiyê ve.  Wekî tê zanîn, hingî jî xwîn dihat rijandin, di navbera rûm û  tirkan de şer diçû. Wê demê Tirkiye  êrîşî giravê kir, nîvî wê dagir kir û paytext kir du beş. Û piştî hingî xwîn  sekinî.  Ji wê demê 40 sal derbas bûye, lê hê jî tirk û rûm li hev nekiriye. Lewma jî mirov difikire, gelo wê li Sûriyeyê çi biqwime.  

    Bê guman, di maweya salek, an jî dido de  li Sûriyeyê wê her kes hev dû hez nake û destê distaniyê ji hev dû re dirêj nakin.  Lewma jî tenê rêyeke heye: dabeşkirin.  Divê  du herêm bê avakirin: yek ji bo elewiyan, yek jî, ji bo sunniyan.  Li Sûriyeyê ti hêviyeke din a ji bo çareseriyê tune".

    Nêrîna eksperê rûs, pisporê  li ser Rojhilata Navîn Şamîl Sûltanov  di vê mijarê de  cudatir e:

    "Bi nêrîna min, pevçûn wê hêj du-sê sal  jî bidome. Ji ber ku çareseriya li Sûriyeyê hingê mumkun e, dema ku tê de berjewendiyên aktorên global li hev bên. Vê gavê peywendiyên di navbbera Rûsya û Rojava de  nizim e. Ji aliyê din, li Erebistana Suûdî û Îranê jî têkoşîna desthilatê hê bidome. Ji bo ku herêm aram bibe, herî kêm 2-3 sal pêwîst e".

    Li gorî nêrîna eksperan, çareseriya pisgirêkên herêmê tenê bi hevkariya  Rûsya û DYA  mumkun e. Çend hevpeymanî ava dibin bila ava bibin, lê eger ewê li hember hev bisekinin, rewş wê hîn alozti bibe. 


    Bi heman mijarî:

    Parçebûna Sûriyeyê bivênevê ye
    SÛRIYE- DAIŞ serê bi dehan xelkê sivîl jê kiriye
    Sûriye – 9 komên radîkal li dijî DAIŞê şer ragihandin
    SÛRIYE- Cisir Elşexur di nava agir de ye
    Sûriye: Davûdoglu destdirêjî kir
    SÛRIYE- Şer li nêzîkî Çiyayê Kurdan diqewime
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de